Wekî bixwaze em rewşa gelê xwe yê Şengalê û Kobanê ji bîra xwe dernexin û em bêtir bi gaziya wan ve herin, humînê bi xwe û dinyayê dixe.
Kî dizane aniha ev hewa, ev ba û baran, ev tarî û şilî, ev serma û deng, çi bandorê li kê dike û çi bi kê re ava dike! Kesên şiyar niha di vê tariyê de, her yek li tiştekî difikirin û dikevin xema hinek kes û tiştan. Niha hinek kes vê hewaya derve dişibînin derûniya xwe û di ber xwe de dibêjin: “Kengî baran dibare tu têyî bîra min!” Niha hinek kes jî li hezkiriyên xwe yên di vê sar û sermê de, di şerê hebûnê de ne difikirin; wan tînin bîra xwe û wekî li derve li hinda wan, li ber ba û baranê bin, hundurê wan dişewite! Dibe ku ji aliyê serma derve ve bi wan ne sar be lê ew ê ji aliyê êşê ve gelekî biêşin.
Erê, vê şevê niha gelek kesên ku xew li wan herimiye bi bedena xwe li mal in lê bi ruh û mejiyê xwe li hinda kesên di nav çar dîwaran de ne. Her wisa niha li Mexmûrê, li hemû Rojava û bi taybetî li Şengalê û Kobanê ne û dixwazin xwe ji wan lewendên şevê re bikin talde û ji dêvla wan ew vê sermaya şevê bikişînin! Niha xwe ji wê tilîka wan a li ser dîkê çekê cemidiye re dikin qurban! Ji dengê humîna bayê û teqreqa tiştên ku li derve daye ber xwe, ez li hundirê malê xwe diguvêşim ser hev û di tariya vê şevê de didim ser şopa canfedayên ku li kolanên Kobanê ji bo rûmetê di nav berxwedanê de ne. Hundir jî wekî derve tarî ye. Ev demek e ku tahma elektrîka bajar nemaye. Kurmê xwendin û nivîsandinê di laşê min de tevdigerin.
Di vê tariyê de, ka mirovê çawa rabe bixwîne û binivîsîne? Nizanim ji ku tê bîra min ka gelo niha şervanek bixwaze rojnivîska xwe binivîse ew ê çi bike. Em ferz bikin nivîsand ew ê tê de qala çi bike? Di nav wan rûpelan de ew ê hesreta azadiyê çiqas cih bigire? Ew ê çiqas cih bide rêhevalên xwe yên ku pî bi pî bi hev re li hember wan hovan şer kirin? Le gelê li ser xetê ku çavên wan li Kobanê ne û bi dengê xwe piştgiriya wan dikin, ew ê di nav wan rûpelan de çiqas cih bigirin. Vê gavê min çiqas dixwest rojnivîsek wan bixwînim û bêtir daxilî wê jiyana wan a efsanewî bibim! Ew ê bi kîjan bêjeyê dest pê bike gelo? Li pêş çavên min rojnivîsek xuya dibe tê de dibêje,
“…Hemin berxwedan jiyan e, em jî li ber xwe didin û em ê bi ser kevin! Em ê bi berxwedanê jiyana azad û bi rûmet bijîn! Em dizanin ku bê bedêl tiştek tune ye. Em ji bo jiyana bi rûmet û azad, ciwaniya xwe diyarî gelê xwe dikin!” Xeyalên xwe hildigirim, têm xwe di nava nivînan de dirêj dikim û çavên xwe digirim. Dengê şevê çawa dijwar e. Çipikên baranê li camê dixin. Îcar jî nûçeya ku li Cizîrê pela xortekî din ji dara jiyanê weşandiye, nahêle di xew re herim. Nizanim, gelo di xew re herim ez ê çi xewnan bibînim?


Ronî WAR