Gelo vê zihniyetê çi anî serê netewe û civakên Rojhilatî û ew xistin çi rewşê? Mînaka berbiçav a vê ferasetê rewşa Iraqa ku qaşo Amerîkayê ew demokratîk kiriye. Rewşa Libya ku ew wisa dihesibînin jî diktatoriyê rizgar kiriye, jî xwe rewşa Sûriyê jî herkes dibîne. Gelo ev quretiya Rojava-Ewropayê jî çi tê?

***
Têkiliya vê quretî û kompleksê hem bi xiristiyaniyê hem jî bi geşbûna felsefe, zanist û wêjeya ku şewqa xwe ji Rojhilata Navîn digire heye. Piştî Ronesansê ji bo dîroknasên xwe weke “hemdem” bi nav dikin, erdzemîna Ewropayê weke navenda pêşveçûna civakî û dîrokî tê binavkirin. Ev îdia piştrast nake ku navenda keşf û diyardayên mirovatiyê Rojava ye, lê Îngîlîstan, Fransa û Almanyayê xwe weke pêşengên dîroka mirovahiyê dîtine. Bi vê baweriyê jî di bin navê “em pêşketî ne” de bi sedan salan zilm û xirabî li Rojhilatiyan kiriye.
Wan wisa dihesiband ku ew bi vê yekê li dijî “ nezanîn, bêexlaqî, hovîtî û paşverûtiya” rohjilat têkoşîna ronakbîriyê dimeşînin. Lê dîsa ew bi xwe vegeriyan, çiqas direng mabin

***
Xebatên xwe yên mîsyoneriyê jî bi vê armancê meşandin. Çimkî li gorî wan xiristiyanî di heman demê de modernîzma Ewropayê îfade dike.
Welhasil her bûyer û rûdana li Ewropayê raste rast tesîr li Rojhilata Navîn, Asya û Afrîkayê dikir. Ewropa bi tayê biketa Rojhilat dilerizî.

***
Ne tenê di warê siyasî û aborî de, her wiha di qada çand, huner û zanistê de jî ber oryantalîzmê be jî piştî demeke din Ewropiyan berê xwe da lêkolînkirina çand, huner û wêjeya Rojhilata Navîn.
Hîn jî li Tirkiyeyê û gelek welatên Rojhilat li zanîngeh û dibistanan pir zêde li ser dîroka Ewropayê tê sekinandin.
Berê nifşên nû didin Rojava. Jiyana ku tê teşwîgkirin a Ewropa û Amerîkayê ye. Bi sed salan dema Amerîka û Ewropa dikuxiya, Rojhilata Navîn dileriziya. Di vê sedsalê de êdî birayên li Baxdayê, Tehranê û Şamê tên dayîn tesîrê li hemû jiyana Ewropayê dike. Moskowa û Petîn bi polîtîkayên xwe li Amerîka û Îngilistanê tesîrên li jiyanê dike.

***
Pertola li Bexdayê û Kerkûkê, gaza xwezeyî ya li Îranê û rola Sûriyeyê ji aliyê her kesê ve tê zanîn. Lewra jî hewldanên guhertina rojhilata navîn û bizavên ji rê derxistina şoreşên gel ên li welatên ereb bê wate ne.
Tirkiye û çend welatên hevkar çiqasî bibin xizmetkaren vê hewldanê jî, zû an jî dereng dê tesîra biyaniyan li ser gelan rabe. Nîşaneyên vê yekê pir kurtin. Şoreşa gelan a Rojhilata Navîn de cîhanê ronî bike êdî…

Tayîp Temel