Li Eyaleta Bayernê ya Elmanyayê doh hilbijartinên ji bo Parlamena eyaletê bi rê ve çûn. CSU ya ku ev 60 sal in bi tena serê xwe Eyaletê bi rê ve dibe, diyar e ku di hilbiajrtinan wê dîsa bibe hêza herî xurt, lê beriya diyarbûna encaman jî tişta diyar ew bû ku CSU wê vê carê bi tena serê xwe nikaribe hikûmetê ava bike.
Li Eyaleta Bayernê Partiya Yekîtiya Xirîstiyanên Sosyal (CSU) ku birayê partiya Yekîtiya Xiristiyanên Demokrat (CDU) ya Serokwezîr Merkel e, ev 60 sal in desthilatdar e.
Doh li eyaletê hilbijêr çûn ser sindoqan da ku meclîsa nû hilbijêrin. Lê beriya hilbijartinan hemû nîşane ber bi wê yekê ve bûn ku CSU ya ku di hilbijartinên 2013´an de ji sedî 47´ê denga wergirtî, wê vê carê ji sedî 33-34´ên dengan bistîne. Gotinên nijadperestî yên lîderê CSU´yê Horst Seehofer ku di hikûmeta Merkel de Wezîrê Karê Navxwe ye, rêjeya dengên partiyê kêm kirine.
Li gorî anketa kanala televîzyonê ya dewletê ya Elman ZDF´ê partiya surpîz a hilbijartinan Partiya Keskan e. Tê payîn ku rêjeya dengê Keskan ji sedî 8´an bibe sedî 19. Di heman demê de partiya Ji bo Elmanya Altertatîf (AFD) ku partiyeke rastgir û tundraw e, sedî 10´ê dengan bistîne.
Herçî Partiya Çep (Die Linke) e, ne diyar e ka wê benda hilbijartinê ji sedî 5´ê derbas bike yan na. Di anketan de dengê wê ji sedî 4 xuya dikin. Heger Die Linke bikeve meclîsa eyaletê, ev ê di siyaseta eyaletê de hin tiştan biguhere. Bi her halî, heger surprîzeke mezin nebe, Bayern wê bi koalîsyonê were birêvebirin. Dema nûçeya me dihat amadekirin çav li rê bû ku encamên destpêkê saet 18:00´an (doh êvarî) bên eşkerekirin.
Li Bayernê 9 û nîv milyon hilbijêr wê karibin dengê xwe bidin. Li gorî encamên beşdariyê yên destpêkê beşdariya hilbijartinê li gorî yên sala 2013´an zêde bûye. Bayern bi erdên xwe eyaleta herî mezin a Elmanyayê ye, bi nifûsa xwe ya ji 13 milyonan jî, piştî NRW duyemîn eyaleta herî mezin e.
MUNCHEN