Ev wêneyê duyem ê Abraham Bosse (1604–1676) çêkirî ye bi navê “The workshop of a printer (Dezgeha çagerekî)“, li Etchingî sala 1642´yan hatiye çêkirin.

Ev wêne û gelek wêneyên piştî destpêka çapê ya ku salaên 1400´î dest pê kir bi mînakên cihê li British Museumê tê pêşandan. Ev mînak ji beriya serdema ku Jahannes Gutenberg sîstema çapa pirtûkan bi pêş dixe jî digire nav xwe; ango beriya sala 1452´yê jî. Bi vî rengî heta sala 1850´î tesîra çapê li civak, siyaset, dîn û huner dibe, nîşan dide.

Divê em ji bîr nekin ji bo vî rengê çapa bi dewsandin û zexta qalibên darî yan jî metal, diviyabû her yek ji van resman li ser qalib bi destan bête verotin. Bi vê rêbaza çapê ji pirtûkan heta bi rojnameyan, ji kovaran heta bi kartên lîstikan, heta bi banknotên pereyan hatin çapkirin. Ev yek bi vî rengî heta serdema vedîtina fotografiyê jî dewam dike, ji ber wê jî ev pêşangeha ku wê heta Çileyê 2018´an li Londonê li British Museumê vekirîbe, xwe bi sala 1850´î sînordar dike. 


LONDON