Ber bi demsala biharê ve ku em diçin, weke hemû bazaran bazara cilûbergên Kurdî jî li bajarên herêmê germ bûye. Îsal daxwaza cilûbergên Kurdî zêde ye û welatî bi kirîna van qumaş û cilan xwe ji bo cejnên neteweyî amade dikin.
Bi şikestina pêla sermaya berfê ya van çend rojên borî liv û tevgera li bazaran zêde bûye. Ev tevger bi taybet jî ku li bazara cilûbergên Kurdî xuya dike, jin û mêr bi kirîna qumaş û cilên Kurdî xwe ji bo demsala biharê û Newrozê amade dikin.
Her kes dixwaze qumaşên dikirin di demeke herî nêz de ji aliyê terziyan ve bên dirûtin û beriya Newrozê bigihêje destê wan. Bi vê re jî helbet karê terziyan jî zehmettir dibe.
Têkildarî dirûtina cilûbergên li gor model û xwestekan yek ji pirsgirêkên timî yên vê beşê ye. Îsal jî modelên kevin û sade ku tên tercîhkirin ji qumaş zêdetir nexş û tevna wan tên ecibandin.
Sal bi sal di dirûtina cil û bergên Kurdî bi taybet jî di yên jinan de guhertin çêdibin. Li Silêmaniyê îsal tevî terzî cilan didirûn, jinên destrengîn jî li malên xwe qumaşan bi morîk û xemlan dineqişînin.
Firoşkarê cilên Kurdî yê jinan Umêd Hesen diyar kir ku îsal jin hê zêdetir ji qumaşên bi pul, morîk û ji çend modelên di salên 80’î de hebûn hez dikin. Umêd Hesen her wiha got, “Bi sedan jinên destrengîn ji ber xwesteka zêde li malên xwe qumaşan dineqişînin. Bi vî karî jî dahateke baş bi dest dixin.”
ROJNEWS/SILÊMANIYÊ