Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak, parlamentera Amedê ya BDP'î Nursel Aydogan, parlamentera Stenbolê ya BDP'ê Sebahat Tuncel, şaredara Baglarê Yuksel Baran, rêvebirên BDP'î û gelek kes tevli vekirina bazarê bûn. Şaredar Baran der barê bazarê agahî da û diyar kir ku ji bo jin di warê aborî, civakî û çandî de xwe îfade bikin, di çarçoveya xwedî pîşeyê bibin kurs vekirine û gelek xebatên çandî pêkanîne. Baran da zanîn ku di nav 4 salan de wekî şaredariya Baglarê her tim ji gel re xizmet esas girtine, gelek proje pêk anîne û wiha got: "Lê em dizanin ku şaredartî tenê bi projeyan ve sînorkirî nîne. Di heman demê de divê xizmetên civakî pêk bên. Ez dikarim bi kêfxweşî bînim ziman ku di feraseta me ya rêveberiya herêmî de her tim ji bo jin, zarok, ciwan û astengdaran gelek projev ketine meriyetê. Em dixwazin modelekî pêşbixin. Ji bo jin bêtir tevli jinana bajar bibin, me navendên jinan avakir, stargeh vekir û gelek kursên pîşeyî hatin vekirin."
Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak ji ber xebatên jinan spasdariya xwe pêşkeşî şaredariya Baglarê kir û wiha got: "Ji bo hevalên me jin ku dixwazin esnafiyê bikin hezkiriyên xwe dişînim. Gelek merasîmên vekirinê pêk hatin. Gelek xebat û proje ketin meriyetê. Lê bawer bikin ez di tu xebatê de evqas kelecan nebûm. Ji ber ku ji me jinan re sînor hatine danîn. Karên ku jin dikarin bikin û nikarin bikin ji hev hatine cudakirin. Di esasê xwe de cîhana jinan hatiye sînorkirin. Cîhana jinan hatiye biçûkirin. Xwebaweriya jinan ji holê hatiye rakirin. Tu karek nîne ku jin pêk bînin. Ev yek îro li vir ispat bûye." Kişanak bang li hemû şaredariyan kir ku vê xebatê ji xwe re mînak bigirin û pêk bînin.

Piştî axftinan bi çepikan bazar hat vekirin û li bazarê danûstendin hat kirin. Di merasîma vekirinê de hunermend Zîlan û Koma Nûjiyan konser dan. 

AMED