HEWRÊ KIRÊKAR / BOTAN GERMIYANÎ

ROJNEWS / GERMIYAN

Bazara bajarokê Kifrî ku ev 167 sal in heye, ji ber xemsariya rayadaran, niha bi hilweşînê re rû bi rû maye.

Li vî bajarokê ser bi Herêma Germiyanê, ji ber xemsariya rayedaran ya rastî gelek şûnwarên dîrokî bi hilweşînê re rû bi rû mane û ne tenê Bazara Qeyserî (Sergirtî) ya Kifriyê.

Bazara Qeyserî di sala 1851’an de ji aliyê hosta Semed Kerkûkî ve hatiye çêkirin. Li gorî dîroknasan di serdema xwe de bazareke bi xirecir û çûnhatin bûye, û welatî ji bo kirîna pêwîstiyên xwe dihatin vê bazarê.

Di nava bazarê de dikarîn çêkirina alavên nava malê (beroş, firaq, kêr û hwd), xwaringeh hebûye û pêwîstiyên rojane peyde dibin.

Hikûmet ka kerekî bike!

Bazara ku ji keviran hatiye çêkirin û wekî şûnwarekî dîrokî disekine, lê niha bi hilweşînê re rû bi rû ye. Beşek ji bazarê ji ber xemsariya rayedaran û neparastinê hilweşiyaye, beşek jî niha hîn weke dikan tê bikaranîn. Dikandar hewl didin ku ji ber dikan û tiştên xwe Qeyseriyê biparêzin, lê hem orjînaliya wê winda dibe, hem jî, metirsiya hilweşandinê her roj zêdetir dibe.

Dikandarê bi navê Kameran Nasir ku ev 25 sal in li vê bazarê dikandariyê dike dibêje, “Ji bo bazar hilneweşe, em li gorî quweta xwe bazarê nû dikin. Ez daxwaz li hikûmetê dikim ku ji bo nûjenkirina dikanên Bazara Qeyserî, hinek pere xerc bike.”

Nûkirin jî li dinkandaran maye

Dikandarê bi navê Ehmed Kerîm jî, ji sala 1950’î ve li bazara Qeyserî dikandariyê dike. Kerîm diyar kir ku Hikûmeta Herêmê, Bazara Qeyserî piştguh dike û wiha dipeyive: “Metirsiya rûxînê li ser heye, lê hikûmet tiştekî nake. Ava kanalîzasyonê ya çend taxan tê nava bazarê. Dema baran tê pirsgirêk ji bo bazarê derdikevin. Heger pirsgirêk neyê çareserkirin, di demeke nêz de wê tevahiya bazarê birûxe.”

Dîroknas Şemal Xurşîd jî têkildarî mijarê ev van agahiyan parve dike: “Bazar ji sedî 10 weke xwe maye. Ew jî ji ber dikandaran e. Dikandar di nava bazarê de karê nujenkirinê dikin. Dikandaran di nava çend salan de bi qasî 18 milyon dînar kom kirin û karê nûjenkirinê kirin.”

Şemal Xurşîd îşaret dike bi metirsiya li bazarê û dibêje, heger dikandar dikanên xwe vala bikin, bazar bi temamî wê hilweşe.