
TARIQ HEMO
Li paytexta Kazaxistanê Astanayê di 15 meha Îlonê de, tûra 6´an a hevdîtinên rejîma Esed bi hêzên muxalefeta çekdar re pêk hat. Hevdîtinên ku li jêr çavdêriya Îran, Rûsya û Tirkiyeyê, wek her 5 carên dawî, ti bipêşveçûna ber bi çav bi xwe re neanî. Her 13 xalên ku rejîma Esed û hêzên çekdar li ser li hev kirine, ji bilî “parastina” hin agirbestên heremî, derxistina çekdaran ji hin hereman û birina alîkariya insanî ji bo hin tax û bajarokên Şamê, tiştekî nû pêşkêş nakin.
Li ser rûyê erdê şer dewam dike. Rejîma Esed û hevalbendên wê (çekdarên Hizbulaha Lubnanê, çekdarên Şîî yên Îran, Iraq û Efxanistanê...) li gel alîkariya eskerî ya Rûsyayê, oprasyonên xwe li dijî çekdarên muxalefetê dewam dikin. Li Şamê û Başûrê welêt, şer heye û rejîm hewl dide hêzên çekdar ên muxalefetê tengav bike û ji hev bixe.
Ji bo Rûsya armanc ew e ku komên çekdar ên derveyî DAIŞ û El-Nûsrayê bê bandor bibin û bi rêya dorlêgirtin û birrîna alîkariya ji derve, neçarî teslîmbûnê bibin. Moskov dixwaze herêm bi herêm van hêzan derbider bike û bi rêya lihevhatinên heremî bi gel re, înîsiyatîfê ji destê muxalefetê derxe. Niha li gelek heremên Şam, Hums, Heleb û herema sînorê bi Lubnanê re, lihevhatin çêbûne û komên çekdar yan neçarî radestkirina çekên ji bo rejîmê, yan jî derketina ji heremê bûn. Her weha Rûsya dixwaze ku hêzên muxalefetê eşkere li dijî DAIŞ û El-Nûsrayê helwêsteke şer nîşan bidin. Ev yek zexta li ser rejîmê kêm dike û di heman demê de hêzên muxalefetê lawaz dike.
Ji bo Îranê Şam divê zilamê wê be
Îran jî heman nihêrînan diparêze. Ew dixwaze artêşa rejîmê komên çekdar yên ku xwe di taxên Şamê de bi cih kirine û sivîlan ji bo xwe weke mertal bi kar tînin, bê bandor bike. Çavê Îranê li Şamê ye. Ji bo Tehranê, Şam cihekî stratejîk e. Divê yê desthilatdariya Şamê bike, peya yan jî bi kêmanî dostê Iranê be. Li Şamê cihê pîroz yên Şîiyan hene. Her weha bi rêya hebûna li Şamê, bandora Îranê li Lubnanê, destekdayîna Hizbulah û hizûra bi bandor li dijî Israîlê tê misogerkirin. Wekî din, herema Dêra Zorê û tevahiya sînorên bi Iraqê re ji bo Îranê meseleyeke stratejîk e. Ketina van herêman li jêr destê artêşa rejîma Esed, tê wateya parastina korîdora ku Tehranê bi Bexda, Şam û Beyrûtê ve girêdide.
Stratejiya dewleta Tirk dijberiya Rojava ye
Dewleta Tirk jî dixwaze hêzên mixalefetê ji bo xwe bi kar bîne û wan li hemberî hêzên bi bandor û xwedî gotin li Sûriyê mîna kartekê bi kar bîne. AKP´ê ji mêj ve siyaseta xwe ya derbarê rewşa Sûriyê de di ber çavan re derbas kiriye û guhertiye. Ew nema rûxandina Esed ji bo xwe hedef dibîne, lê berovajî vê yekê, hewl dide ku rejîm ji bo planên wê bibe alîkar, yan jî lempeya kesk ji bo dagirkeriya Enqerê ya axa Sûriyê pêxe. Bi rêya lihevcivandina hêzên mixalefeta çekdar li jêr çavdêrî û desthilatdariya dewleta Tirk, AKP dixwaze li Sûriyê xwedî bandor û gotin be. Vê hemûyî jî dike ji bo ku AKP hedefa xwe ya stratejîk pêk bîne, ew jî têkbirina Rojava, yan jî rêlibergirtina yekkirina xaka Rojava û vekirina dergehekî li ser Derya Spî ye. Di heman demê de, AKP hewl dide destûra destwerdaneke eskerî li Idlibê ji Rûsyayê bistîne.
AKP 24 saetan li ber Rûsya digere
Ew ji bo vê mijarê 24 satan bi Îran û Rûsyayê re di nava têkilî û bazaran de ye. Daxuyaniyên Erdogan derbarê hevdîtinên li Astanayê de li ser bingeha pûçkirina muxalefetê û zêdekirina rola Tirkiyeyê hatin dayîn. Erdogan îdîa dike ku Astana wê bibe bingeha “çarseriya dawî” ya krîza Sûriyê! Ew, her weha, behsa “nêzîkbûna çarseriyê” dike. Lê ew dizane ku rewşa li Sûriyê ji weha tevlîhevtir û aloztir e. Ev şerê ku 7 salan dimeşe û bi qasî nîv milyon mirovî tê de hatine kuştin, 10 milyon mirov jî derbider bûne û % 70´yê ji welêt pê hatiye rûxandin, dê bi hevdîtinên çend serkêşên komên çekdar ên heremî çareser nebe. Jixwe, nûnerên hêzên çekdar ên ku teror li dijî gelê Sûriyê meşandin û mîna “tundrawên dînî” tên naskirin, beşdarî van hevdîtinan bûbûn. Hêzên mîna “Ehrar El-Şam”, “Artêşa Îslamê” û “Tûgaya Şamê” amede bûn û qaşo xwe mîna “nûnerên şoreşa Sûriyê” nîşan didan. Lê her kes bi rastiya van hêzan dizane.
Balkêş bû ku di daxuyaniya dawî ya hevdîtinên Astanayê de, her weha li ser zimanê berpirsên komên çekdar ên beşdar jî hate gotin, divê El-Nûsra ji Idlibê derkeve û desthilatdariya wir radestî meclîseke sivîl a gel bête kirin. Ev helwêst nîşana karekî eskerî yê hevbeş li dijî vê rêxsitinê dide. Dibe ku bi êrêkirina Rûsya û Îranê, dewleta Tirk bi rêya bikaranîna van koman êrîşekê bibe ser Idlibê û li wir hebûneke xwe ya eskerî çêke.
Tirkiye ji rastiyê dûr xeyalan dike
Wek her 5 hevdîtinên berê ên Astanayê, di van hevdîtinan de jî Rojava ne amede bû. Dewleta Tirk û peyayên wê di nava mixalefeta nijadperest a Şamê de li dijî beşdarbûna Rojava yan jî MSD´ê (Meclîsa Sûriya Demokratîk) disekinin. Ew weha bawer dikin ku dê bêyî Rojava û MSD´ê formeke mayînde ya çareseriyê bi pêş bixin û ev form wê bibe ya dawî, ji aliyê civaka navnetewî jî bête naskirin! Ev nihêrîn dûrî rastiyê ye. Ev hevdîtin tenê ji bo ku rewşa şer li ser rûyê erdê li gorî berjewendiyên Rûsya û rejîma Esed bête sazkirin e. Li heremên Rojava şer nîne. Hebûna Rejîmê û hêzên çekdar ên mixalefetê nînin, loma beşdarbûna MSD´ê û rêveberiya Rojava jî ne ewqasî pêwîst e. Rûsya dixwaze li Şam û Başûrê Sûriyê artêşa Esed bi cih bike û bandora wê xurt bike. Rewşa Rojava û qebûlkirina forma federaliyê dê di demeke pêş de bi navendê re bête nîqaşkirin. Jixwe, forma çareseriya dawî bi rewşa heremê ve girêdayî ye. Her weha bi şerê li dijî DAIŞ û El-Nûsrayê ve jî girêdayî ye. Hîna gelek dem lazim e ku rewşa Sûriyê aram bibe û komên çekdar yên mixalefetê, DAIŞ û El-Nûsra bêtin tesfiyekirin. Heta ev dem bê, Rojava û QSD wê hîna xurt û bi bandortir bibin.
Parastina Rojava erkeke insanî û navneteweyî ye
Astana ku bi vî şêweyê heyî dewam bike, dibe ku 6 carên din jî bête lidarxsitin. Ev hevdîtin li gorî kêf û berjewendiyên Rûsya, Îran û Esed in. AKP jî xwe davêje nav, bi armanca çêkirina bandorekê li ser hêzên çekdar û bikaranîna van hêzan mîna kartekê di bazaran de. Ew hîna behsa bazara li Helebê dike û ji Moskov û Şamê re dibêje, “Heger ne em bûna, Heleb wê neketa destê we! Ka em bazareke din li ser Idlibê bikin?”. Lê rewşa Rojava ne mîna ya Helebê ye. QSD ne mîna komên çekdar e û her weha hêzên Koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAIŞ´ê jî hene û dê hevalbendên xwe QSD´ê bi tenê nehêlin. Îro roj, Rojava bûye herêmek ku jiyana bi milyonan diparêze; lewma bûye wezîfeyeke mirovayetiyê ya li ser asteke navneteweyî ku ev tecrûbe ji DAIŞ û AKP´ê bi hemû şêweyan bête parastin.