Hewldanên rayedarên PDK û YNK´ê ji bo lihevkirina bi hikûmeta navendî ya Iraqê re dewam dikin, hikûmeta herêma Kurdistanê amade ye bi her awayî gavê bavêje ji bo ku careke din vegere Bexdayê. Piştî ku encama referandûmê jî hat betalkirin, hikûmeta Iraqê ji bo hevdîtinên bi hikûmeta herêmê re, roj bi roj şertên nû derdixe û daxwazên xwe zêde dike.

Di serî de daxwazên Bexdayê yên bingehîn ji bo lihevkirina bi Hewlêrê re ev bûn:

- Encamên referandûmê werin betalkirin.

- Pêşmerge ji navçeyên Kurdistanî yên derveyî herêma Kurdistan vebikşin.

- Navendên Petrolê teslîmî hikûmeta Iraqê werin kirin.

- Deriyên sînorî û balefirgehên li herêmê, teslîmî hikûmeta Iraqê werin kirin. 

Ev daxwaz û şertên Bexdayê, bi bikaranîna hêz û gefên cûrbicûr hatin pêkanîn. Lê heta niha ti hevdîtin û lihevkirin di navbera her du aliyan de pêk nehatiye. Serokê hikûmeta Iraqê bi daxuyaniyên xwe şerê psîkolojîk li hemberî herêmê dike û her roj bi awayekî qala şandina mûçeyê karmendên hikûmeta herêmê dike. 

Li aliyê din jî, rojane rayedarên hikûmeta herêma Kurdistanê daxuyaniyên nerm didin û daxwaza hevdîtin û lihevkirinê ji Bexdayê dikin. 

Lê xuya ye ku hikûmeta Bexdayê dixwaze dersekê bide hikûmeta Hewlêrê. Desthilata herêmê jî piştî ewqas têkçûnan, niha nikare li hemberî hikûmeta Iraqê karvedanê nîşan bide. Êdî hêza wan ne bi qasî înîsiyatîfekê ye.

Nêçîrvan Barzanî û Qubad Talabanî, serok û cîgirê hikûmetê, diçin serdana aliyên siyasî yên sereke li Başûr, û daxwaza lihevkirina navxweyî û gotara hevbeş li hemberî Iraqê dikin. Aliyên siyasî jî ji bo pêkanîna vê daxwazê, bi şert û daxwazî ne. Ew jî ji bo lihevkirinê daxwaza guhertina pêkhateya hikûmeta herêmê û reformê dikin. Ev daxwaz jî ne mumkin e ji aliyê PDK û YNK´ê ve werin pêkanîn. Bi rojevkirina van hevdîtinan, ji bo mijûlkirina gel û bihurandina demê ye, heta ku bi Iraq û dewletên derdorê re careke din têkiliyên xwe xurt dikin.

Di nav van şert û mercan de, yê ku zirarê dike gelê Kurdistanê ye ku bi gelek pirsgirêkên siyasî, eskerî, aborî û civakî re rûbirû maye.

Hilbijartinên giştî li Iraqê wê 15´ê Gulana 2018´an werin lidarxistin. Yê ku biryara hevdîtin û lihevkirinê dide, encamên vê hilbijartinê ne.

Di nav partiya desthilatdar a Iraqê de ku Partiya De'we ya Îslamî ye, du enî ava bûne û her yek ji wan hewl dide di hilbijartinê de bi ser keve.

Hem Heyder Ebadî, serokê hikûmeta Iraqê û berpirsyarê Polîtburoya Partiya De'we ya Îslamî û hem jî Nûrî Malîkî, serokê berê yê hikûmeta Iraqê û emîndarê giştî yê partiya De'we, dixwazin bibin desthilatdarê hikûmeta nû.

Emerîka û rêberê olî ya Şî'eyên Îraqê "Elî Sîstanî" pişta Ebadî digirin. Îran jî piştgîriya Nûrî Malîkî dike.

Niha lihevkirin yan lihevnekirin bi hikûmeta herêma Kurdistanê re, bûye mijareke propagendeyên hilbijartinê. Aliyên siyasî li Iraqê rewşek anîne holê ku çiqasî dijminatiya hev bikin, ewqasî di hilbijartinan de bi ser bikevin. Piştî referandûma Başûr, li ser bingeha dijminatiya hikûmeta herêma Kurdistanê, alî hewl didin dengên xwe zêde bikin. Her yek ji wan ditirse bi nêzîkbûna ji herêmê, dengên xwe ji dest bide. Ji ber vê, tê texmînkirin ku heta piştî hilbijartinan ti lihevkirinek di navbera Bexda û Hewlêrê de nehête pêkanîn. 

Aliyên siyasî li Başûrê Kurdistanê jî, rastî nerazîbûna gel hatine û gel êdî bi wan ne bawer e, vê jî bêzarî di nava partiyan de çêkiriye û li hemberî Iraqê pirr lawaz derdikevin.

Ji bo hilbijartinê, li herêma Kurdistanê jî aliyên siyasî xwe amade dikin. Lê vê carê nikarin wekî carên beriya niha li hemberî gel propaganda bikin û sozên mezin bidin, ji ber ku van salên dawiyê destketiyên bi dehan salan ji aliyê wan ve hatin wendakirin.

Vê carê tekane rêya wan ev e; gotarên nijadperistî li hemberî Iraqê û gelê Ereb bi pêş bixin û bi navê şerê neteweyî hewl bidin gelê Kurd li cem xwe bicivînin û desthilatdariya xwe bidomînin. 

Ev gotar hem ji aliyê hinek aliyên Iraqê li dijî herêma Kurdistanê tê bipêşxistin, hem ji aliyê partiyên desthilatdar ên herêmê.

Ya rast ew e ku gelên Iraq û Kurdistanê nekevin bin bandora van lîstikan. Divê êdî yekîtiyek di asta gel û civakên Iraq û Kurdistanê de pêk were û ji derveyî desthilatdariyê ji bo parastina aştî û pêkvejiyanê bi hev re xebatê bikin.