Wezîrê Karên Derve yê Tirk Ferîdûn Sînîrlîoglû, bi Serokwezîrê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçirvan Barzanî re hevdîtin pêk anî. Wezîrê Karên Derve yê Tirk Sînîrlîoglû yê pêr danê êvarê ji bo hin hevdîtinan çû Başûrê Kurdistanê, li balafirgeha Hewlêrê ji aliyê rayedaran ve hat pêşwazîkirin. Sînîrlîoglû derbasî ofîsa Serokwezaretiyê bû û bi Neçîrvan Barzanî re rûnişt.

Hat ragihandin ku di hevdîtina Sînîrlîoglû û Barzanî de êrîşên li hemberî PKK’ê hatine nirxandin, Wezîrê Tirk di vê mijarê de xwestiye hevkariya xwe xurttir bikin û bendewariyên hikûmeta xwe ragihandiye.


Mijar PKK û Rojava ye

Nêçirvan Barzanî jî, piştî ku AKP ji ber hilbijartinên 1’ê Mijdarê pîroz kir, diyar kir ku ew li bendê de tavilê hikûmeta nû were avakirin û di mijara hevkariya stratejîk û kûr a bi herêma Kurdistanê re gav werin avêtin.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, Ferîdûn Sînîrlîoglû doh jî bi Mesûd Barzanî re jî hevdîtinê kir. Di hevdîtinan de tevî Rojava wê ‘têkoşîna li dijî PKK’ê û mijarên îxracata petrolê hatin rojevê.


Di serdana dawî de Zergele hatibû bombekirin

Ferîdûn Sînîrlîoglû, dema Musteşarê Wezîrê Karên Derve bû, di polîtîkaya şerê qirêj a li hemberî Tevgera Azadiyê ya gelê Kurd de, weke aktorê sereke tevdigeriya. Herî dawî di 1’ê Tebaxê de hatibû Başûrê Kurdistanê û di dema vê hevdîtinê de balafirên şer ên artêşa Tirk dest bi pêleke mezin a êrîşên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê kiribûn. Di vê êrîşê de balafirên şer ên Tirk gundê Zergele yê sivîlan hedef girtibûn û di encama bomberdûmanê de 8 sivîlan jiyana xwe ji dest dabûn, 15 sivîl jî birîndar bûbûn. n ANF/HEWLÊR


‘Mesûd Barzanî tu caran nebûye serok’


Berpirsê Ajansa Zaniyarî û Parastinê ya Herêma Kurdistanê Lahûr Talebanî Lahûr Talebanî li Emerîkayê got: “Berzanî tu caran nebûye serok. Her tim serokê partiyekê maye.”

Li gorî zanyariyan, Berpirsyarê Ajansa Zaniyarî û Parastinê ya Herêma Başûrê Kurdistanê Lahûr Talebanî ku wekî berpirsê Hêza Antî-terorê jî erkdar e, li paytexta Amerîkayê Washington, beşdarî paneleke Peymangeha Washingtonê bû.

Talabanî di panelê de bal kişand ser desthilatdariya Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî û got ku Barzanî tu caran mîna serokekî tev negeriyaye û tenê wekî serokê PDK’ê kar kiriye.