Li Kurdistanê xwesteka kirîna cil û bergên Kurdî ‘Şal û Şapik’ zêde bibe. Şal û şapik, cil û bergekî resen ê Kurdî ye û ji qedîm ve li navçeya Hewraman wek cilên normal hatiye bikaranîn.


Hênik, rihet û Kurdî ye

Lê niha ji ber wan guhertinên ku di modela cil û bergan de hatine kirin, gel zêdetir di cejn û helkeftan de şal û şapikan li xwe dikin. Di vê derbarê de Mehdî Hewramî (42) wiha dibêje: ‘’Kêfa min bi xwe gelekî ji şal û şapikê Kurdî re tê, li xwe dikim ji ber xweşik, rind û fênik e, ji xeynî vêna jî reseniyeteke şal û şapik heye.’‘Adil Elî ku çendîn sal dibe li Helebceyê cil û bergên şal û şapik difroşe, ji BasNewsê re got: ‘’Ji qedîm ve salane hirî û keja mî û bizinan tê qusandin û kom dibe, loma li wê yekê fikirîne ku vê kej û hiriyê wek pêdiviyekê bikar bînin. Di dawî de jiber jîrbûna xelkê wiha kiriye ku wê hiriyê wek cil û berg bikar bînin.’‘

Li Şaxo û Hewreman heye

Li gor Adil Elî, dîroka çêkirina şal û şapik gelekî kevin e û destpêkê li Hewreman hatiye çêkirin, dibe ku vegere wan demên ku cil û berg li navçeya Rojhilat wek pêwist nebûbe. Şal û şapik, ji hirî û zêdetir keja bizinan tê çêkirin. Ya ku xelk jî zêdetir bikar tînin kej e, piştî ku bizin tên qusandin, ew kej tê şûştin û di çend qonaxan re derbas dibe heta dibe ta, ew ta dibe qumaş û piştre li ba terziyan dibe şal û şapik. Bi baweriya Elî, hemû terziyek wî corê cilan nadirû, lê terziyên taybet hene. Cil û bergekî ciwan û rind e û ligel kilaşa-pêlava Hewramanî tê li xwekirin. Elî wiha dibêje: ‘’Herçiqas demsala beharê nehatiye, lê xwesteka li ser şal û şapik zêde bûye û ciwan berê xwe didinê.’‘

Sê cûre şal û şapik
Sê cûre şal û şapik hene, corek jê jêre tê gotin şal û şapikê Zaxo ku ji hemûyan baştir e, yê din jêre tê gotin şal û şapikê Ranye, herwiha corê din jî jêre tê gotin şal û şapikê Hewraman. Biha jî li gor corên wan tê guhertin. Bihayê şal û şapikê Zaxo ji 700 dolar heta digihe 1300 dolarî, şal û şapikê Ranye ji 300 dolar heta digihe 700 dolarî û yê Heraman ji 250 hezar dînar heta digihe 400 hezar dînar.

BASNEWS