Komeleya Mafê Heywanan a Navneteweyî PETA der bar bazarên heywanên kovî de hişyar kir: “Em nikarin berpirsiyariya rîska şewbeke din bigirin ser xwe. Tavilê bazarên heywan lê têne firotin hemûyan nehêlin û deriyên wan asê bikin.” PETAʼyê diyar kir ku tevî qedexeyên li ser bazarên heywanên kovî yên li Çînê, di serî de Îndonezya û Tayland, bazarên li hin welatên Asyayê dixebitin. Di nûçeya Euronewsê de Komeleyê dîmenên du bazaran ên li Bangkok û Tomohonê nîşan dide û balê dikişîne ser rewşa paqijiyê ya heywanên têne firotin. Dîmenên têne nîşandan 8ʼê Nîsanê hatine girtin û tê de; kûçik, mar û beqên mirî hene, dîsa di qefesan de pisîk û mirîşk hene. Di nûçeyê de tê diyarkirin ku kesên heywanan serjê dikin, paqij nînin û heta lepikan jî bi kar naynin. Hêjayî bi bîr xistinê ye; hukûmeta Çînê cara pêşî vîrusa korona li bajarê Wuhanê li bazareke heywanên kovî difiroşe, tesbît kiribû û paşê firotina heywanên kovî qedexe kiribû. NAVENDA NÛÇEYAN