Piştî bûyerên 16’ê Cotmehê, Rakan Seîd li şûna Necmedîn Kerîm bi wezîfedarkirina serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bû waliyê bi wekalet ê Kerkûkê. Rakan Seîd di heman demê de di hilbijartinên 12’ê Gulanê de ji bo parlamenteriyê xwe namzet nîşan da û bû parlamenter. Li gorî yasayan divê Rakan di nava 90 rojan de sond bixwe û dest bi erkê xwe yê parlamenteriyê bike. Lê Tirkiye û Suniyên nêzîkî Tirkiyeyê, dixwazin Rakan Cibûrî li ser erkê xwe be. Parêzerek diyar dike ku heger Cibûrî heta 90 rojan sondê nexwe, mafê wî yê parlamenteriyê betal dibe.

Di hilbijartinê 12’ê Gulanê yên îsal de Rakan Seîd li ser Hevpeymana Erebî namzetiya xwe da nîşandan û karî li parêzgeha Kerkûkê mafê parlamenteriyê bi dest biêxe. Li gorî destûrê divê Rakan Seîd ji erkê xwe yê walitiyê were girtin, lê Tirkiye û Sinûyên nêzîkê dewleta Tirkiyeyê, dixwazin Rakan li ser erkê xwe bimêne.

Li gorî qanûna hilbijartinên Iraqê, kesê ku di hilbijartinan de bi  ser keve û bibe parlamenter, yan wê bibe endamê parlamenê yan jî wê li ser erkê xwe yê berê be. Ji bo vê, pêwîste Rakan Seîd yan bibe parlamenter yan jî erkê xwe yê berê dewam bike.

Dewleta Tirk û Suniyên nêzîkê Tirkiyeyê dizanin ku piştre, dema hilbijartinên Encûmena Parêzgehê de Kurd wê dengên herî zêde bi dest bixin û mafê walitiyê bi dest biêxin û ji vê yekê ditirsin.

Ji bo walî nebe Kurd Tirkiye zextê dike

Li gorî Parlamenterê berê yê parlamena Iraqê Şiwan Dawidî, ji bo ku Rakan dev ji erkê bernede zext li ser tê kirin û wiha peyivî; “Li gorî agahiyên min, bi rêya Tirkmenan û Erebên Sunî dewleta Tirk gelek zextê li ser Rakan dike, daku dev ji walitiya Kerkûkê bernede û nebe parlamenter. Ev alî dixwazin Rakan heta hilbijartinên Encûmena Parêzgehan ku tê payîn di Kanûna îsal de bê kirin, li ser erkê xwe bimîne. Li hemberî vê jî soz dane Rakan, heger ji kursiyê xwe yê parlamenteriyê jî were girtin, wê tazmînata 4 salan bi erkeke din bê dayîn.”

Dawidî di dewamê de got, Rakan Seîd di dema sondxwarinê ya parlamenterên Iraqê de li Parlamenê amade bû, lê sond nexwar û derketiye derve.

Parêzer Wirya Mihemed jî li ser vê mijarê got, li gorî yasayan her namzetek di hilbijartinê de bi ser keve, divê di nava 90 rojan de sonda qanûnî bixwîne û wiha axivî; “Heger di nava 90 rojan de sond nexwe, wê demê mafê parlamenteriyê ji dest derdikeve û ew lîste yan jî hevpeyman li şûna wî keseke/î din diyar dike.”

Ji bo dawî hatina erkê walî jî Parêzer Mihemed got, “Kengî encûmena parêzgehê kom bibe û waliyekî hilbijêre, wê demê Rakan Seîd li gorî qanûnê ji erkê xwe tê wergirtin.”

 

KERKÛK/ROJNEWS