Li pey ku min romana Birêz Şoreş Reşî ya bi navê „HECO“ xwend, hinek ketim nava kurdên Anatolya û min pirsî. Heco di devê her kurdek navenda Anatolya de razeke pîroz, sembola berxwedan û merdiyê, serhildêreke bê westan e. Her yek wî bi efsaneyeke cûda vedibêje.

 

Naveroka romana Heco

 Heco ji gundê Omeryan ya girêdayî Kulu`yê ye. Wê demê bi sedan kurdên Anatolya bi zorê birine leşkeriyê û hima bigire gişt li Çeneqelê tên kuştin. Kê çûye leşkeriyê venegeriyaye. Li aliyekê padîşahê Stenbolê li aliyê din jî netewperestên Mistefa Kemal ku li herêmê wek „Mistê Kor“ tê binavkirin, emanê nade kurdên Navenda Anatolya. Ciwan bi zorê dibirin leşkeriyê. Lê tu ciwan nedixwest. Ciwan li dor Heco dicivin. Hemû êrişên leşkeran têk dibin. Cerkez Ethem bi Heco re dikeve nava têkiliyê û dixwaze bi zorê wî têke bin fermana xwe. Mistefa Kemal jî heman tiştî dike. Lê Heco danaxwe. Rojekê dema Mistefa Kemal berê xwe dide Konyayê, Heco dikeve pêşiya wî, Mistefa Kemal ji tirsan bi paş ve vedigere.

Heco mirovekî bi rehm e, xwedî namûs û ar e, alîkarê belengazan e, dijminê axa û mîran e. Hin serhildêrên Dêrsimê jî bi wî re dikevin têkiliyê. 

Ji bo zevacê berê sozê ji keçeke nav Orê digire, lê keçika çerkez ya nav Makînê direvîne. Ji ber ku Makîne kurdî û diya Heco jî tirkî nizane, dê ji Heco dixwaze ku ew keçeke kurd bigire. Diçe Orê dixwaze. Lê bavê Orê şertê teslîmbûnê datîne ber. Li pey ku Bavê Orê bi alîkariya têkiliyan soza berdana wî ji Mistefa Kemal distîne, Heco diçe teslîm dibe. Lê bextê romê tune. Hêco bi dar ve dikin.“

Di romanê de dema behsa têkiliya bi Dêrsimê re tê kirin, tê nivisîn ku „şêx tizbiyek şandiye..“ Ev şaşiyeke pir mezin e. Li Dêrsimê şêx tunin. Seyîd û pîr hene. Ji vegotina gel jî hatibe girtin, divîbû ev şaşî nehata kirin. Di romanê de hima bigire hîç hestê qehreman, yan jî hest û nîyetên mirovên din yên li hemberê karekterê sereke nehatiye vekirin. Ku ev aliyê wê jî bihata xurtkirin wê ev roman gelek serkeftî ba.

Ji ber ku di forma vegotina zimanê gel de hatiye nivisandin, gelek herikbar e. Aliyê herî xurt jî devoka kurdên Navenda Anatolya bi awayekî hostayî li gel formên standart bikaranîne. Gelek baş kiriye ku ew forma di hemû devokan de wenda bûye, lê li Pazarcik û Navenda Anatolya hê bi zindîtî tê bikaranîn jî cih bi cih reşandiye nava vegotinê Mînak „Ez î bêm“ (mêr /nêr e.) Ez e bêm/werim“ (Jin/ mê ye.) 


Çend Hevok:

“Keloşa di lingê wî de axasor vediqelaşt û şopa xwe mîna xîzeke xwar li ser erdê dima. Rû: 22“

“Madem dewlet heye, van berzeqên li berşeqan çima narine gawiran dernaxin? Rû:24“

Karekterek li ser şîrîniya welêt, vê mînakê dide: “Yekî kûçikê xwe li Stembolê hîştibû, kûçik piştî du mehan vegeryabû mala xwe. Rû: 31“

Şibandinên xwezayî û ji jiyana gundan:”Mîna rutubeta zimanê mangê rûyê mirovan bialêse, şiliyek li ser rûyê wî venişt, dora çavên wî şewitî.(rû; 34). Mestê di odê de mîna fişefişa gayekî deng derdixist... Rû; 35“

Rastiya leşkerên Mistefa Kemal wiha tîne ziman: “Eskerên ku dest û çok lê dicirifîn boç kiribûn nava şeqên xwe û xwe di çeperan de dikemişandin. Rû; 64“

“Maşalla çiya xûşikê jî, xwedê ji bînê çavan biparêze! Bûka min a xezal navê te çi ye? Rû: 119“

“Qurmê wê firdolê hatibû hêrifandin, rizyabû û ser şaxên wê ji tozê spî dikirin. Rû 125“

Şoreş Reşî di sala 1961 an li gundê Sêvika girêdayê Cihanbeylî-Konya yê hatiye dunê. Berhema wî ya bi navûdeng lêkolîna bi navê “Palme, PKK ve Gladio“ ye. Bê vî heşt berhemên wî yê din hatine weşandin tev lêkolîn in.


Nasnameya Berhemê:

Navê Berhemê: Heco (roman)

Niviskar: Şoreş Reşî

Berg: Wêneyê gundeke navenda Anatolya yê, siwarek ji gund berê xwe daye çiyan.

Berhem ji weşanên AR meha mijdarê sala 2014 derçûye.