Xişr û eşyayên luksê yên mîna vê ji serdema navbera 522-486 beriya mîladê li Sûsayê li cihê Dara (Dariyûş) hatine dîtin.
Ev bazinê ji wan xişr û tiştan e ku di gora kesekî ji xanedananê ye û tevî gerdeniyekî bi heman rengî hatî xemilandin li mûzexaneya navdar a li Parîsê Musee de Louvre tê pêşandan.
Ji neqşên li ser kevirên li Persepolîsê em pê dihisin ku ev rengê xişr, bazin û gerdeniyan ne bi tenê ji bo jinan bû, lê belê her wiha ji bo mêrên asîlzade jî bûye. Ew di gorên malmezinan de yên li Loristanê jî hatine dîtin.
PARÎS