Xelkê Kobanê ji ber tehlûkeya komkujiyên DAIŞ'ê koçî Pirsûsê kiribû û ji van qederê 800 kesî berê xwe da Edeneyê da ku debara malbata xwe bikin. Li navçeya Edenê Karataşê di nava rewşeke jariya zêde de dijîn. Kobaniyên ku ji bo zikê xwe têr bikin dixebitin, heta ku herî kêm 7 kîs pîvazan danegirin, nikarin ji xwediyê (yan jî axayê) zeviyan, yewmiyên xwe bigirin.

Xelkê ji Kobanê li vir di binê konên ji hev ketî de dimînin, çi kalûpîr, çi zarok, çi jî nexweş hemû mîna koleyan tên xebitandin. Ev kesên ji Kobanê li erdên bi hezaran donimî fireh pîvazan kom dikin, dema rojane kîsekî danegire, nikare yewmiya xwe bigire. Her wiha axayên van erdan ên ku hêza erzan a xebatê peyda kirin, heta ku tevahiya erdê xwe bi karkerên Kobanê nedin paqijkirin û hemû pîvazan berhev nekin, heqdestê wan nadin.

Ji mexdûrên şer Salih Şêxo yê li navçeya Karataşê di binê konekî ji naylonê de bi mehan hewl dide bijî, got, ew mîna koleyan tên dîtin û diyar kir ku piştî yewmiya bi mehan a zarokên xwe stend, ew ê vegerin Kobanê. Şêxo got, "em koma ji 800 kesî berî vegerin Kobanê me xwest hinekî bixebitin, lewma em hatin Edeneyê. Ji me re gotin, em dikarin li vê derê di nava erdan de bixebitin. Mîna paleyan jî li me nanêrin. Axayên erdan ên li vê derê, ku dizanin em mexdûrên şer in, mîna koleyan nêzî me dibin. Em dixwazin vegerin, lê belê xwediyê erd niha erdekî din teslîmî me kiriye û di berdêla têrbûnê de em jê re dixebitin. Eger yewmiya xebata me ya heta niha dabûna, em ê demeke ji ya din zûtir vegeriyabûna Kobanê."


Mecbûrin 7 kîs pîvaz bînin

Elî Mihemed, hevsera wî û 8 zarokên wî jî pîvazan berhev dikin. Mihemed anî ziman ku rojane dema ew 7 kîsan bi pîvazan danegirin, yewmiya wan nadin û got, "em pîvazan ji nava axê derdixînin, paqij dikin, dûre dixin kîsan. Dema 7 kîs tije dibin, hingî yewmiyê didin. Em malbata ji 10 kesan, rojane 30 kîsan dadigirin. 10 kes bi 4 yewmiyan em dixebitin. Lê em neçar in, wekî din çareyeke me nîne. Ev axayên erdan mîna bazirganên mirovan in. Em dixwazin biçin lê êdî ew dest ji me bernadin. Extiyar, zarok, nexweş her kesî weke koleyan didin xebitandin. DAIŞ'ê malên me talan kir, dest danî ser wesayîtên me. Me jî got bila li ber destê me hinek pere hebe, em dûre vegerin. Naxwe em ti carî nediketin xefika axayên erdan."


Ji westê li nava zeviyan radizên

Dayika 6 zarokan Xiznê Osman diyar kir ku ji ber ku zarokên xwe mehkûmî jiyaneke bi vî rengî perîşanî kiriye, ew fedî dike û got, "Xwezî dema Kobanê azad bû, em vegeriyabûna. Me ji ku zanîbû ku em ê mehkûmî jiyaneke bi vî rengî bibin. Ez ji xwe fedî dikim ku di binê vê germê de tevî zarokên xwe pîvazan diçinim û gotinên nexweş dibihîzim. Ji ber ku em niha bêçare ne, em çi bêjin pûç e. Hovên bi navê DAIŞ'ê malên me şewitandin, Tirkiye jî me mîna koleyan bi kar tîne. Jariya jin li vê derê pê re rûbirû ye, mirovan ji jiyanê sar dike. Gelek caran jin hingî welê dibetilin nikarin xwe bigihînin binê kon û tevî zarokên xwe tî, birçî li nava zeviyan radizên."


FERHAT ASLAN/ANF/EDENE