
'Îro BDP'ye, sibê jî em in'
Rêveberê TDŞK'ê Îmam Taşçier jî diyar kir ku bi êrîşên li dijî BDP'ê dixwazin xebatên legal û têkoşîna Kurdan belav bikin. Taşçier, anî ziman ku êrîş li ser hemû Kurdan pêk tê û êrîşa îro li ser BDP'ê pêk tê dê sibê li ser HAKPAR, KADEP, OSP û TDŞK'ê û hemû rêxistinên Kurdan pêk bê. Taşçier, anî ziman ku ew vê êrîşê qebûl nakin û li pişt BDP'ê ne.
Hevseroka BDP'a Amedê Zubeyde Zumrut jî diyar kir ku ev êrîş tenê ne li ser partiya wan e û wiha got: "Em vê serdanê pir bi wate û girîng dibînin. Ger ku Kurd bibin yek dê encamek xurt bi dest bixin. Armanca êrîşan perçekirin û lawazkirina vîna Kurd e. Divê gelê Kurd bi yekîtî û tifaqa xwe van êrîşan vala derxin.
Rêveberê OSP'ê yê Amedê Azîz Mahmut Ak jî êrîşên li ser BDP'ê şermezar kir û piştgiriya xwe anî ziman.
AMED
Akedemiya Siyasetê ya Botanê dê dest bi dersan bike
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji bo nerazîbûna li dijî girtina akademîsyen û rojnamegerên akademiyên siyasetê yên BDP'ê de bi operasyona di bin navê KCK'ê de, dê li Akademiya Siyasetê ya Botanê ya BDP'ê perwerde ji nû ve bi merasîmeka girseyê bê destpêkirin.
Li Akademiyên Siyasetê yên BDP'ê de piştî bi operasyonên di bin navê KCK'ê de girtina kesên ku dersan didin, ders ji nû ve bên destpêkirin xebat hatin destpêkirin. Li Akaderiya Cizîrê ya ku di meha adarê de hatibû vekirin de roja şemiyê ders dê ji nû ve bê destpêkirin. Tê hêvîkirin ku parlamenter û akademîsyen beşdarî merasîma vekirinê bibin. Der barê mijarê de daxuyanî hate dayîn û Serokê BDP'a Şirnexê Bakî Sondak, Serokê BDP'a Cizîrê Nîmet Aşut û rêveberên navçeyê jî di nav de gelek kes beşdar bûn.
Der barê mijarê de Nîmet Aşut got ku di akademiyên siyasetê yên ku di bin navê operasyonên li dijî KCK'ê de tên krîminalîzekirin lê ew ê li gel hemû pêkutiyan li akademiyan dersan bidin. Aşut anî ziman ku akademî dê bi merasîmeke girseyê ji nû ve dest bi dersan bike û wiha berdewam kir: "Li dijî polîtîkayên AKP'ê yên tasfiyekirinê divê gelê me yekîtiya xwe ava bikin. Roja şemiyê saet di 11.00'an de em ê merasîma vekirinê pêk bînin û em dixwazin hemû gelê me beşdar bibin."
Di Akademiya Siyasetê ya Botanê ya BDP'ê de di 2'ê Adara 2011'an de Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak dersa "Jin û têkoşîna azadiyê" dabû.
ŞIRNÊX