Hevserokên Giştî yên BDP’ê Fîlîz Koçalî û Hamît Geylanî bi munasebeta 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê peyamek weşandin. Di peyamê de hate gotin ku ji bo aştiyê hêvî û hesreta hemû mirovahiyê di asta herî jor de ye û di pêvajoyeke wisa de 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê tê pîrozkirin û wiha hate gotin: „Aştî her tim bûye hesreta mirovahiyê. Ji ber ku aştî mirin, êş û rondikên çavên dayikan ji holê radike. Ji ber ku aştî pêşiya demokrasî, azadî û edaletê vedike. Ji ber ku aştî mifteya biratî, yekitiya azad û wekhev, hezkirin û rêzê ye. Dermanê êşên civakî û çareya wî jî aştî ye.“
Di peyamê de hate gotin ku li Tirkiye û Rojhilata Navîn pêwîstiya ji bo aştiyê ji her demê zêde ye û ji bo aştî taloqî biharên din neyê kirin û pêvajoya pevçunê bi dawî bibe û agirbesta dualî pêk bê û divê ji bo vê jî şert û mert bên amadekirin û ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd bi riyên demokratîk pêvajoya muzakerenê di demeke kin de bê destpêkirin.

Di dawiya peyamê de wiha hate gotin: „Makeqanûna ku ji bo welatê me pêwist e dê bi têkoşîna raya giştî ya demokratîk bê nivîsandin. Ji bo ku li çar aliyê welatê me aştî, biratî, hezkirin serdest bibe, tirk, laz, çerkez, Kurd hemû nasname û çandê cuda bi hevre bi aweyeke wekhev û azad bijîn divê em ji her demê zêdetir têkoşîna aştiyê xurt bikin û bibiryar bin. Çawa gelên Anatolya û Mezopotamyayê bi ruhê yekîtiyê şerê rizgariyê dane û komar avakirine niha jî em ê bi vê ruhê komarê demokratîk bikin. Em bi vê heyecanê dixwazin 1’ê Îlonê bibe wesîleya aştî, demokrasî û azadiyê. Em Roja Aştiya Cîhanê ya gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn pîroz dikin.“

ENQERE