Endam û nûnerên sazî û rêxistinên ÎHD, BDP, SDP, ESP, HAK-PAR, Hewldana 78'an, têkildardî doza dorbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê ku di 4'ê Nîsanê de bê dîtin û darbekar Kenan Evren û Tahsin Şahinkaya jî bên darizandin, daxuyanî dan çapemeniyê. Di civîna çapemeniyê ya li Yekîtiya Mulkiyeliyan hate kirin de Parlementerê BDP'ê yê Wanê Nazmî Gur jî amade bû. Li diwarê salonê pankarta "Bi Evren û Şahinkaya dest pê kir, lê dê bi wan bi dawî nebe. Bila hemû darbekar û hevkarên sûc bên darizandin! Bila 12'ê Îlonê bi hemû rengî bên rakirin." hate vekirin. Li ser navê Platforma 12'ê Îlonê Serokê Hewldana 78'an Alî Ozkan, anî ziman ku darbeya 12'ê ÎLonê ne tenê bi Evren û Şahinkaya bi sînor e û xwest hemû darbekar bên darizandin.

Dezgeh hate vekirin
Ozkan, bang li her kesên di 12'ê Îlonê de mexdûr bûne kir û xwest her kes bibe mudaxilê vê dozê. Ozkan da zanîn ku ji bo kesên bixwazin bibin mudaxilê doza 12'ê Îlonê li 5 deverên cuda stant vekirine. Parlementerê BDP'ê yê Wanê Nazmî Gur jî anî ziman ku ew jî dê wekî BDP'ê bibim mudahalê dozê û xwest Tirkiye ne tenê ji doza 12'ê Îlonê, ji hemû pekanînên li dijî mirovahiyê bê darizandin.

ENQERE