Malbatên Çîlîngîr û Kaya salek berê li Navçeya Melezgirtê ya Mûşê şer kirin û kesek ji hev kuştin û kesek jî birîndar bû. Komîsyona Edaletê ya Rêxistina BDP'ê ya Stenbolê û rêxistina BDP'ê ya Navçeya Esenyurtê 2 malbat anîn cem hev û bi xwarina aştiyê li hev anîn. Di merasima aştiyê de Parlamentera BDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel, Parlamentera BDP'ê ya Qersê Mulkiye Birtane, Hevserokê BDP'ê yê Stenbolê Alî Riza Bilgilî, Seroka Komîsyona Edalet û Aştiyê Ayşe Karadag û endamên malatan amadebûn. Hevserokê BDP'a Stenbolê Alî Riza Bilgîlî, diyar kir ku êdî ev ji bo Kurdan ne qeder e xwest Kurd êdî van bûyerên nexweş di nava xwe de dubare nekin.
Parlamentera BDP'ê ya Qersê Mulkiye Birtane ji anî ziman ku bûyerên bi vî rengî di nava civakên din de jî tên jiyandin û wiha got: "Ger ku em dê bên kuştin divê em ji bo azadiya xwe û mafê xwe yê neteweyî bên kuştin. Hûn ji bo ji partiya xwe bawer dikin hûn tên partiyê û di nava xwe de aştiyê pêk tînin. Ev yekîtiya we gelek girîng û watedar e. Em çiqas tifaq bin em dê ew qas bi hêz bin. Divê ev hewlesta me ji gelê din re bibe mînak. "
Piştî axaftinan malbatmên Çîlîngîr û Kaya destê xwe dan hev û li hev hatin. Piştre bi hevre xwarin xwarin.
DÎHA/STENBOL