Namzetên MP’ê ji aliyê Komîsyona Kongreyê ve ji mulaqatê têne derbaskirin. Di mulaqatan de cewherên namzetan ên rêxistinkirinê û hunerên wan ên siyasetê li ben çavan tê derbaskirin. Piştî hevdîtinan dê 80 esîl û 40 jî yêdek bêne diyarkirin. Di kongreyê de lêgerînên tifaqê nebe û bêhtir dê nasnameya BDP’ê derkeve pêş. Ji bo hevserokatiyê parlamenterê berê Mahmut Alinak serî lê da û tê texmînkirin ku Selahattîn Demîrtaş û Gultan Kişanak dê ji bo hevserokatiyê bêne hilbijartin.
Kongreya xweseriyê
Kongreya ku wekî „Kongreya Xweseriya Demokratîk“ tê binavkirin bi şiyara „Em bi Xweseriya Demokratîk, Komara Demokratîk slav dikin“ tê lidarxistin. Ji bo kongreyê afîşên bi kurmancî, dimilî, tirkî û zimanê suryanî hatin amadekirin û dê ji bo Xweseriya Demokratîk a ku beriya demeke KCD’ê îlan kir jî peyamên girîng bên dayîn. Guhertinên ku dê di rêzikname û barnameyê de bê kirin jî li gorî xweseriya demokratîk bê kirin.
Di kongreyê de ji bilî wêneyên Yildirim Ayhan ê ku di çalakiya mertalên zindî de hate qetilkirin dê wêneyê Husnu Ablay, Cîhan Denîz, Mazlum Dogan û Sema Yuce jî li salonê bêne daliqandin. Ji bo kongreyê ji welat û derveyî welat gelek partiyên siyasî, nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî hatin vexwandin. Vexwendaname bi Kurdî û tirkî hatin amadekirin û hin kes jî bi telefonê hatin vexwandin. Hata zanîn ku ji delegesyona biyanî gelek kes dê beşdarî kongreyê bibin. Musteşarê MÎT’ê yê berê Cevat Oneş ê ji bo kongreyê hate vexwandin diyar kir ku ew ê bi hêviya kongreya aştiyê dê bi kêfxweşî beşdarî kongreyê bibe.
Di vê navberê de ji 60’ê zêdetir saziyên çapemeniyê jî ji bo kongreyê bişopînin serî li BDP’ê dan. Gelek qunciknivîskar jî ji bo kongreyê hatin vexwendin û çapemenî eleqyeke mezin nîşanî kongreyê dide. BDP’ê yeke car di vê kongreyê de akredîtasyon pêk anî. BDP’ê serlêdana rojnameya Yenî Şafakê ku beriya demeke siyasetmedarên Kurd kiribû hedef û manşete „Kujer hûn in“ avêtibê qebûl nekir. Bi vî rengî BDP yekem car li dijî saziyeke çapemeniyê ambargo pêk anî.
ENQERE