Parlementerê BDP'ê yê Bedlîsê Husamettîn Zenderlîoglu, Serokê Rêxistina BDP'ê yê Bedlîsê Orhan Bezîrganoglu, Şaredarê Tetwanê Abdullah Ok, Şaredarê Norşînê M. Emîn Ozkan, Şaredarê Pirxusê Mehmet Demîr û gelek kesên din tevlî vekirin avahiya BDP'ê bûn. Piştî rêzgirtinê vekirin pêk hat û Parlementerê BDP'ê Zenderlîoglu axivî. Zenderlîoglu, diyar kir ku ji sala 1992'yan heta niha ji bilî hilbijartinan tu partî bi awayeke mayînde li bajarokê nûnertî venekirin. Zenderlîoglu, anî ziman ku hikûmeta AKP'ê bi polîtîkayên dimeşîne dixwaze kurdan li qadê aborî, civakî, çandî û siyasî tunebike û wiha got: "Serokwezîr Erdogan bi polîtîkaya 'Pirsgirêka kurd heye' xwest ku hinek derdorên kurd li cem xwe bigire û bi vê yekê naveroka pirsgirêka kurd vala bike. Pişt re jî bi gotina 'Hemwelatiyên min ên kurd' xwest ku berxwenda gelê kurd bişkêne. Tevî vê yekê gelê kurd gelek caran naye van lîstokan. Lê tevî vê yekê dîsa serokwezîr Erdogan û hikûmeta AKP'ê dest ji vê yekê bernadin."
Zenderlîoglu, bal kişand ser gera Şemzînanê ya BDPê û wiha axivî: "Gelo kesên ji dîmenan nerehet in heke ew bi xwe ban wê çêkiriban? Dibêjin ev yekê bi organîze hate kirin. Li welatê telefonên me 24 saetan tên guhdarkirin û tên şopandin wekîlên BDP'ê wê çawa plansaziyekî wisa çêbikin."
Piştî axaftinê vekirina avahiyê pêk hat.
BEDLÎS