Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku piştî komkujiyê di serhildanên pêk hatin de jî nêzî 2 hezaran kes hatin girtin û wiha hate destnîşankirin: "Kurd û dostên wan baş dizanin ku ev komkujî bûyerekî ji ber maça futbolê pêk nehat. Ev komkujî berê hate amadekirin û pişt re xistin dewreyê. Armanca rejîma Baasê ew bu ku kurên ji bo nasname, rûmet û statuya xwe têkoşînê didin bitepisînin."
Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Komkujiya Qamîşlo tenê li Rojava na di dilê hemû Kurd û dostên wan de birînek e. Êşa wê dê bi me re bijî. Qamîşloyekî din teqez çênabe."
DÎHA/ENQERE