Cîgirê Serokê Koma BDP’ê Hasîp Kaplan, Parlementerê BDP’ê Çewlikê Îdrîs Baluken û Parlementerê BDP’ê yê Edeneyê Mûrat Bozlak, ji ber komkujiya Roboskî ya k udi 28’ê berfanbara 2011 de li gundê Roboskî yê navçeya Qilaban a Şirnexê ji aliyê artêşa Tirk ve pêk hat û di encamê de 34 sivîl jiyana xwe ji dest dan, giliyê Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan, Wezîrê Navxweyî Îdrîs Naîm Şahîn, Wezîrê Dadê Sadullah Ergîn, Rawêjkarê MÎT’ê Hakan Fîdan, Serfermandarê Artêşê Necdet Ozel, Fermandarê Hêzên Bejahî Huseyîn Kivrikoglû, Fermandarê Hêzên Hewayî Mehmet Erten û rayedarên ku protedetoran kontrol dikin kir. BDP’ê gilî li ba Edliyeya Enqereyê kir.
Tê payîn ku Kaplan piştî giliyê daxuyanî bide û li binê gilînameyê îmzeya Hevserokên BDP’ê Gultan Kişanak û Selahattîn Demîrtaş û hemû parlementerên BDP’ê hene. 

'Dimen îfadeyên gundiyan rast derdixin'

Komîsyona ji aliyê Komsîyona Vekolîna Mafê Mirovan a Meclîsê, ji bo Komkujiya Qilabanê yak u 19 jê zarok 34 ciwanên Kurd têde hatin kuştin, li dîmemên komkujiyê yên ji aliyê balafirên Heron ve hatibûn kişandin, mezyand. Parlementerê BDP’ê yê Mêrsînê Ertugrul Kurkçu got; “Gundiyên Roboskiyê çi ji me re gotibûn, me di dîmenan de jî heman tişt dîtin. Bi awayeke zanebûn, gundiyan kirine hedef û bombe bi ser wan de barandine.”
Parlementerê BDP’ê yê Mêrsînê Ertugrul Kurkçu piştî li dîmenên komkujiya Roboskiyê yên ji aliyê Heronê ve hatibû kişandin temaşe kir, bersiv da pirsa “Gelo di dîmenan de diyar dibû ka gerîla ne an jî qaçaxçî ne?” ya ANF’ê û got; “Ev diyar bû. Mirov dikare ji hev derbixe. Tiştek bi navê reftar heye. Wateya reftaran heye. Jixwe beriya her tiştê baş tê dîtin ku li ser sînor, mal bi hev diguherin. Li aliyekê 8 qemyon û li aliyeke din jî hêstir hene. Li aliyekê mal tînin, li aliyê din jî li hêstiran siwar dikin.”
Kurkçu got; “Gundiyên Roboskiyê çi ji me re gotin, heman tişt di dîmenan de jî hebû. Ewqas dişibin hev… Jixwe dema min ji gundiyan bihîst jî tu gumanên min tune bûn. Me carek din heman tişt dîtin. Hedef nîşan dane û 4 caran bombebaran kirine. Niha tenê pirsek maye. Kê vê biryarê da? Çima da? em li bersiva van pirsan digerin.”

ANF/ENQERE