
Encam giranin
Aksoy destnîşan kir ku di 1984-1999’an de li bajarê Kurdan di çarçoveya pirsgirêka Kurd de nêzî 4 milyon Kurd hatine koçberkirin, mal û milkên mirovan tune bûne û yên mayî jî ji aliyê cerdevanan ve hatine desteserkirin, mirov ji axên xwe hatine qûtkirin. Aksoy da zanîn ku piştî koçberiyan travma hatine jiyîn û bandora travmayê hê jî didome. Aksoy xwest ku ji bo ku bandora vê yekê bê lêkolînkirin li meclisê komîsyonên lêkolînê bên avakirin.
Pirsa zarokên gitî
Aksoy ji bo ku Wezîrê Dadê Sadullah Ergîn bi bersivîne der barê rewşa zarokên girtî de jî pirsnameya nivîskî da. Aksoy got ku bi hezaran zarok bi hinceta ku kevir avêtine polîsan rastî lêpîrsînê hatine û piraniya wan jî hatine girtin. Aksoy wiha berdewam kir: „Ji bilî girtin û binçavkirinan hin walî daxuyaniyên wekî „zarokên ku tevli şîdetê bûne dê li yurdên dewletê bêne bicihkirin“ ên ku di warê hiqûqî û mirovî de nayê qebûlkirin didin, ev jî nîşan dide ku hin projeyên hikûmetê yên ji bo zarokên ku tevli bûyerên civakî bûne hene.
Aksoy ji bo ku Wezîr Ergîn bibersivînê ev pirs kirin: „Waliyên ku van daxuyaniyan didin, li gorî kîjan hiqûqê û rayeyê diaxivin? Zarokên ku tevli bûyerên civakî dibin heta niha li yurdan hatine bicihkirin an na? Heke hebe çend zarok in? Piştî guhertina TMK’ê ya ji bo zarokan tenê di 2011’an de çen zarok hatin binçavkirin? Çend zarok hatin girtin? Ev zarok bi çi tên sûcdarkirin?“ Aksoy di pirsnameyeke din de jî ji bo ku Ergîn bibersivîne pirsa darizandina dereng kir û tedbîrên ku dê bên girtin kir.
DÎHA/ENQERE