Welatiyan diyar kirin ku kaniyên wan ên avê miçiqîne û ji ber vê yekê pêdiviyên ava xwe û sewalên xwe bi zor û zahmetiyên mezin temîn dikin. Welatiyên ku debara xwe bi sewalan dikin, ji ber ku avê bi zahmetî bi dest dixin, di demsala zivistanê de zahmetiyên pir mezin dijîn. Serokê Meclîsa Giştî ya Bajar Ferzende Yilmaz, anî ziman ku welatiyan heta niha serî li wan nedaye û dê di demsala buharê de bi lezgîn pirsgirka wan a avê çareser bikin.
Di sedsala 21'emîn de li Tirkiyeyê hêj welatî bê av û ceyran dijîn. Li gundê Baleka yê 37 kîlometre dûrî navenda Colemêrgê ku tenê di serdema hilbijartinên giştî de tê hiş û aqilan li gel pirsgirêka avê dejîn jî niha hatine jibîrkirin. Welatiyên ku debara xwe bi sewalkariyê dikin, heta niha pêdiviyên xwe yên avê ji kaniyên gund temîn dikirin. Gundê Baleka yê ku di salên 1994-1995'an de ji aliyê dewletê ve bi zorê hate valakirin, di sala 2002'an de welatî dîsa li gundê xwe vegeriyan û dest bi sewalkariyê kirin. Welatiyan diyar kir ku dema vegeriyan gund ji her malbatê re 7 TL alikarî hate kirin. Welatiyan, anin ziman ku niha tenê debara xwe bi pez dikin. Welatiyan, da zanîn ku ji ber ava kaniya wan qut bûye niha pirsgirêka avê dejîn.
'Ava vexwarinê tune'
Ji ber ku Îdareya Bajar a Taybet li ser bingehekî xurt li Gundê Baleka, Zeranisê şebakeya avê ava nekir, 2 kaniyên avê niha miçiqîn û zuha bûn. ava gunde Zeranîsê bi tevahî qut bû. Welatiyan diyar kir ku ji ber zivistan zû hat, têra xwe êm, rîs û kaya sewalan kom nekir û buhayê êm zêde bû. Welatiyan, da zanîn ku ji ber sewalên wan nayên firotin jî xwedîkirina wan zahmet dibe. Welatiyan, anîn ziman ku siyasetmedarên tenê di dema hilbijartinê de tê gundê wan deng ji wan dixwazin û pişt re wan ji bîr dikin wan xemgîn dike. Welatiyan gazinên xwe yên li hemberî Meclîsa Giştî ya bajar jî anîn ziman û diyar kirin ku feraseta dewletê ya li hemberî wan diyar e, lê ew wateyê nadin helwesta Meclîsa Bajar.
Welatiyê Gundê Zeranîsê Casim Pala, gazincên xwe anîn ziman û wiha got: "Ji xwe nerîna dewletê ya li hemberî me diyar e. Lê meclîsa bajar ku bi dengê me hatiye hilbijartin çima nayê pirsgirêkên me çareser nakin. Tenê di serdema hilbijartinê de hatin û pişt re nehatin em ziyaret nekirin û halê me nepirsîn. Ava me tune. Rêya me tê girtin. Di salên borî de ji kaniyên Warê Mêmê 2 şebekeyên avê anîn gund. Lê ji ber ku şebake temam nakirin ava 2 kaniyan zuha bû.
DÎHA/COLEMÊRG