Serokê Desteya Parastinê ya Kantona Kobanê Ismet Şêx Hesen diyar kir ku eger berxwedana Kobanê nebûya, dê terorist biketena Tirkiyeyê jî û rizgarkirina leşkerên li Tirba Silêmanşah jî YPG’ê alîkariya wan kiriye. Hesen, diyar kir ku gelên Kurd û Tirk bi salan bi hevre jiyan kirine, lewre divê dewleta Tirkiyeyê jî alîkariya mirovî bike.

Serokê Desteya Parastinê ya Kantona Kobanê Ismet Şêx Hesen derbarê pêşketinên dawiyê yên pêngava duyemîn a operesyona paqijkirina bejahiya herêma Kobanê û derbasûna leşkerên Tirkiyeyê ya herêma Kobanê de, pirsên ANHA’yê bersivandin.


Operesyona paqijkirina bejahiya herêma Kobanê gihiştiye kîjan astê?

Ji aliyên şervanên YPG/YPJ’ê ve herêma Kobanê gihişte astekê ku paqij bibe. Şervanan di nirxên şehîdên azadiyê û şehîdên di berxwedaniya Kobanê de wan hişt ku bajar ji terorîstan paqij bibe ev soza wan bû. Soza ku dan şehîdên xwe, gelê xwe û rêberê xwe wan hişt ku operesypna paqijkirina herêma Kobanê were destpêkirin û heta astekê ku soza xwe pêk bînin û di soza xwe de bi serbikevin. Operesyona yekemîn a paqijkirina herêmê bû, ya dudiyan jî paqijkirina bejeya hermê bû niha operesyona paqijkirina bejeya herêmê gihiştiye asata xwe ya dawiyê belkî hin cih bi temamî nehatine bi dest xistin em a pir kêm maye ku bi temamî bejeya rêmê jî bê paqijkirin.


* Hêzên din yên ku di opresyonê de cih girtî çawa rola xwe di paqijkirina herêmê de leystin?

Wek ku tê zanîn di operesyona paqijkirina herêma Kobanê de birayên me wek Pêşmergeyan bi çekên giran alîkarî dan hêzên me. Her wiha Volkana Firat wek Togeya Şems El Şemal û Siwar El Reqa wan jî di nava operesyonê de destek dan. Li aliyê din jî palafirên Navneteweyî jî destek dan hêzên me ku herêma Kobanê ji çeteyan paqijkirin. Birastî wan jî rola xwe baş di paqijkirina herêmê de lîstin û pişgiriya şervanên YPG/YPJ’ê kirin.


Wek ku tê zanîn bi sedsalan e gelê Ereb û Kurd bi hev re jiyan dikin, piştî ku ev bûyer li herêma Kobanê qewimî dê bandora xwe li ser jiyana hevbeş ya Kurd û Ereban hebe?

Niha em gihiştin deverên gundan yên dawî gelek gundewarên Ereban tê de hene berê me bi sedsalan bi hev re jiyan kiriye niha jî dîsa em e bi hev re jiyan bikin ji ber ku em tu ferqê nakin navber Kurd û ereban de û tu pirsgirêkên me bi wan re nîne. Şerê me ne li hember birayên me yên erebin şerê me li hember hêzên terorist ên çeteyên DAIŞ’ê yên ku dixwazin fitne û xerabiyê di navbera gelan de çêbikin şerê me li hember wan kesan ne. Her çiqas bixwazin fitne di navbera gelê Eereb û Kurdan de çêbikin em tu carî rê li pêşiya wan venakin û derfetê nadin wan kesan ku navbera me û birayên me yên Ereb de çêbikin em bîtir hîn karibin biratiya gelan çi erbeb, Sûriyeyên, Asûrî û Turkman hemû kes bi dîna xwe bi ola xwe eme karibin biratiya gelan xurtir bikin. Ew kesên ku fitna dikin em e wan vala derbixin û biratiya xwe zêdetir xurt bikin. Ji bo Sûriyeyê pêşerojê emê dikarbin bi hev re kar û xebat bikin ji bo Sûriyeke azad û demokratîk emê hîn têkiliya xwe bi hev re xurtir bikin.


Gelo çete li herêma Kobanê gihiştin armanca xwe?

Çeteyan bajarên mezin wek Mûsil û Reqa girtin ji wan be ku herêma Kobanê biçûke û wê bi hêsanî bigrin dest. Lê soza ku çeteyan dayî cîhanê û gotîn em di Kobanê de ne me Kobanê girtiye, ew soza wan şervanên YPG/YPJ’ê vala derxist û Kobanê ji wan paqikirin. Rast e herêma Kobanê biçûke û du salan dorpêçkiriye û çekên xwe yên giran nînin, lê berxwedêrên wê hene ku nahêlin tu kes, kî dibe bila be ku herêma wan dagir bikin. Çeteyên DAIŞ’ê dema ku derbasî herêma Kobanê bûn Kobanê ji wan re bû goristan, têkçûna wan a li Kobanê bû têkçûna li tevahiya Sûriyeyê. Ew di cîhanê de jî hatin şikandin êdî kes wan qebûl nake, ji ber ku soza wan dayî vala derket.

Li aliyê din jî rasate hinek kêmasî di cepheyan de derketin. Welatiyên sivîl jî jiyana xwe ji destdan. Ji ber ku însanetî bi wan re nîne. Çeteyan hemû gund û deveran mayîn kirine. Berê jî me bi riya ragihandinê  ji cîhan û dewletên navnetewî xwestibû ku alîkariyê bidin û hin kesên pispor di aliyê paqijkirina mayînan de ji herêma Kobanê re rêkin, Ji ber ku zêdetirî 100 sivîl bi teqînên mayînan jiyana xwe ji destdane û bi dehan jî birîndar bûne. Ji bo wê çi sazî û rêxistinên mirovahî hebin divê alîkariya herêma Kobanê bikin û destekê bidinê.


Derbasbûna leşkerên Tirkiyeyê a herêma Kobanê di encama proseseke çawa de pêk hat?

Em  û gelê Tirk ewqas sal cîranên hev in. Dema alîkarî ji me hat xwestin ku wan leşkerên Tirkiyeyê yên li Şah Suleyman Şah rizgar bikin, wan ji me re got, me jî got madem ev tiştekî însanetî ye me biryara destek dayinê da. Berî operasyonê bi 5 rojan çûn û hatin di navbera me û wan de hebû. Ji bo vê hevpeymanê wan destur ji me xwest, me jî destek da wan ku werin û turbeya Suleyman Şah derbasî gundê Aşmê yê di bin kontrola şervanên me de bikin. Gundê Aşmê derdorê 150 metroyî durî sînorê  Tirkiyeyê ye. Wan xwest ku demeke kurt di gund de bimîne heta ku rewş li herêma Kobanê û deverên wê aram bibe. Hevpeymana me ji bo karekî însanî bû wan hat destur ji me xwet, me jî qebûl kir ku werin û karê xwe bikin û turbeya Suleyman Şah li gundê Aşmê heta ku rewş aram bibe bicîh bikin. Ji ber ku em bi însanetî nêzî tiştatan dibin û kar dikin. Me rê ji wan re vekir. Niha şervanên YPG/YPJ’ê parastina wê dikin tu leşkerên Turk li herêmê nemane.


Lê Serokwezîrê Tirk û medyaya  Tirkiyeyê gotin wan destûr ji tu kesî negirtiye...

Niha belkî ew dixwazin vî tiştî înkar bikin lê hemû cîhan  rastiyê dizane. Hêzak li herêma Kobanê heye û karibû parastina herêma xwe bikira, çete û hêzên tarî ji herêmê paqij kirin hêzên Kurd bûn. Beyî destûra rêveberiya xweser a Kantona Kobanê tu hêz an derdor nikare derbasî herêma Kobanê bibe. Rastiya derbasbûna leşkerê Tirk û neqilkirina Turbeya Suleyman Şah jî bi heman rengî ye, gotinên ji bilî vê rastiyê îfade nakin. 


Haya rêjîma Sûriyeyê ji vê hevpeyîmanê heye?  

Em jî parçeyek ji dewleta Sûriyeyê ne û tu carî jî me xwe ji wan qut nekiriye. Lê eger rayedarên dewleta Tirk destûr ji wan jî xwestibe an na, em vî tiştî nizanin. Yanî dewleta Tirkiyeyê dibêje ku meşrûtiya Sûriyeyê nemaye em tiştê di navbera wan de nizanin. Ya din jî tu hêzên Sûriyeyê li ser vê herêmê tune ye hêza yekem ya li vê herêmê ya YPG/YPJ’ê ye û ew parastina wê dikin. Yanî eger ku em destûr nedin tu kes nikare têkeve herêmê.


Piştî vê alîkariya we hûn difikirin ku dewleta Tirk wê korîdoreke însanî ji bo Kobanê veke? 

Em û dewleta Tirkiyeyê bi sedsalane cîranên hev in. Me berê jî çend caran gotibû ku pêwistiya me bi alîkariyê heye, divê ji bo alîkariya mirovahî korîdor bê vekirin. Lê heta niha korîdor ji bo alîkariyê venekirine. Divê ew jî li hember destekdayîna me bê helwest nemîne û alîkariya me bike. Hevpeymana me tenê ji bo rakirina turbeyê bû wekî din me tu hevpeyman nekirine. Niha şerê ku li herêma Kobanê qewimî ne tenê ji bo Kobanê ye. Ev şerekî ji bo mirovahiyê û cîhanê giştî ye. Yanî îro şer li vire sibe li cem wan e. Gelek şervanên me bi lehengî li hember çeteyan sekinîn û gihiştin asta şehadetê. Eger ku me li vir li ber xwe neda wê çete têketana nava sînorê Tirkiyeyê. Wê gelek cih li cem wan jî hatin teqandin divê ew destekê bidin hev ku li dijî van xwînxwaran ji holê rakin.