Niştecihên Kampa Penaberan a Aştî ku li bajarokê Erebet ê ser bi Silêmaniyê ye ji Kurdên Êzîdî û ji Ereb in. Zarokên Êzîdî bi destpêkirina sala nû ya xwendinê ji ber hewldanek cidî ya Herêma Kurdistanê ji bo çêkirina dibistan û nexweşxaneyan nebûye, pêwîstiyên wan pêk nayê. Zarok radigihênin ku nexweşxane û dibistan li heman kampê ji bo penaberên Ereb hatiye vekirin lê ji bo wan nehatiye vekirin û ji vê yekê bêpar in.


‘Ez dixwazim biçim dibistanê’

Zarokê 10 salî yê bi navê Sîrwan Şîxef Reşo ku di Kampa Aştî de dijî du salan neçûye dibistanê. Reşo ji RojNewsê re wiha axivî: “Ez jî dixwazim biçim dibistanê. Lê dixwazim dibistana me ji ya Ereban cudatir be û bi ziman û çanda xwe perwerde bibim. Reşo diyar kir ku pêvîstiya wan bi nexweşxaneyê heye û got, “Divê beriya zivistanê ji me re dibistan were çêkirin. Em jî wek hemû zarokên cîhanê bixwînin û ji xwendinê bêpar nemînin.”


‘Nahêlin em biçin derveyî kampê’

Sîrwan Şîxef Reşo dibêje ku destûr ji wan re nîne ji kampê derkevin û biçin derve û wiha dewam dike: “Nahêlin em biçin derveyî kampê. Heta niha ji me re pêlîstok neanîne da ku em bi wan bilîzin. Hêj zivistan nehatiye lê gelek çadirên me xirab bûne û bi kêr nayên.”


‘Em bi zimanê xwe perwerdeyê dixwazin’

Zarokek din a 8 salî bi navê Seedê Ebdulah jî got, ew dixwazin dibistaneke taybet ji wan re vebe. Seedê ya 8 salî got: “Em dixwazin ji me re dibistan û nexweşxane were çêkirin. Em naxwazin biçin nav Ereban û dersê bixwînin.”

Henaf Xelef zarokeke din e li kamapa Aştî. Ew jî diyar dike ku dixwazin wek zarokên din bi ziman û çanda xwe perwerde bibin. Henaf wiha diaxive: “Niha demsala dibistanê ye lê belê em ji xwendinê bêpar hatine hiştin.”


KAROX REWANDIZÎ/ROJNEWS/SILÊMANÎ