Navenda Têkilî û Ragihandina HPG'ê bi daxuyaniyekê diyarkir ku li herêmên Şemzînan, Gever û Çelê di 27'ê Tebaxê de gerîlayan li çar cihên cûda çalakî pêk anîne.
HPG'ê ragihand ku di 27'ê Tebaxê de li dij Alaya Garê ya girêdayî Şemzînanê çalakiyek pêk hatiye û di encamê de leşkerek hatiye kuştin. Hat ragihandin ku piştî çalakiyê hêzêr artêşê herêm bombebaran kirine.
Hat ragihandin ku di heman rojê de li qada Gerdiya li nêzî gundê Bêgoza ê girêdayê Şemzînanê jî gerîlayan rê kontrol kiriye û gel derbarê pêvajoyê de hatiye agahdar kirin.  Li gor agahiya HPG'ê çalakiyeke din a kontrola rê jî li ser rêya Şemzînan-Geverê pêk hatiye û li wir jî gel hatiye agardar kirin.
HPG'ê ragihand ku di 27'ê Tebaxê de li dij girên parastina Alaya Bilicanê çalayek hatiye lidarxistin û di encama çalakiyê de leşkerek miriye, 2 leşker jî birîndar bûne. 

Bomberdiman berdewam dike
Navenda Têkilî û Ragihandina HPG'ê têkildarî bombebarana hêzên Artêşa Tirk de jî agahî dan û ragihand ku 3 rojan li ser hev herêmên Geliyê Zapê, Garê, Ertuş û Cîlo hatine bomberdiman kirin û êrîşên bombebaranî hêna jî didomin. 


Ji YJA-STAR'ê çalakî
Gerîlayên YJA-STAR'ê li Qileban a Şirnexê û Gever'ê çalakî pêk anîn. Hat hînbûn ku di çalakiyên gerîlayan de leşkerek miriye û di endamê ewlekariyê birîndar bûne.

Li Dêrsimê 5 leşker hatin kuştin
HPG'ê derbarê çalakiyên gerîlayan ên li herêmên din de jî agahî dan. Hat ragihandin ku pêr li Xozata Dêrsimê, li dij qereqola Sirtkanê gerîlayan çalakî pêk aniye û di encama çalakiya gerîlayan de yek jê fermandar 5 leşker mirine. Hat hînbûn ku li herêmê operasyon hatine destpê kirin û herêm tê bombebaran kirin û di encama bombebaranê de li qadên daristanî şewat derketiye.

Li Wanê leşkerek mir
 Agahiyeke din a çalakiya gerîlayan ji Elbak a Wanê hat. Li gor agahiyan doh serê sibehê qereqola Kisimli bû hedefa leşkeran û di encamê de leşkerek mir, leşkerek jî birîndar bû.
Li aliyê din kesê bi navê Halil Esendemir ê ji baregeha Sewadiyê ya li Gabarê re erzak dibin di encama kontrola rê ya gerîlayan de hatiye ragirtin. Li aliyê din Zeydin Sargut ê li Agiriyê ji aliyê gerîlayan ve hatibû binçavkirin doh serbest hat berdan. 

Nasnameya gerîlayan
Navenda Têkilî û Ragihandina HPG'ê ragihand ku di dema çalakiya gerîlayan a li dij qeta petrolê ya Kerkûk-Yumurtalikê de di encama teqîna pêk hatiye de gerîlayekî jiyana xwe ji dest daye. HPG'ê ragihand ku gerîlayê jiyana xwe ji dest deye Tirkiye Muhemed (Zîlan Cûdî) ya ji Tirbesipiyê ya rojavayê Kurdistanê ye. Her wiha HPG'ê ragihand ku di çalakiya li Çelê ya li dij Alaya Bilicanê de ku 10 leşker miribûn de gerîlayekî wan jî jiyana xwe ji dest daye. HPG'ê ragihand ku gerîlayên wan Edîp Ehmed (Dervîş Mîran) ê ji Kobaniyê di çalakiya li dij Alaya Bilicanê ya 26'ê Tebaxê de jiyana xwe ji dest daye.

ANF/BEHDÎNAN