Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 17 sal in li girtîgeha Îmraliyê di nava tecrîdê de tê ragirtin. Serokê Şaxa ÎHD´ê ya Amedê Racî Bilîcî û Nivîskarê Kurd Omer Dilsoz rol û bandora Ocalan di muzakereyan de nirxandin û diyar kirin ku çareseriya pirsgirêka civakê Ocalan e.
‘Ocalan îradeya gelê Kurd e’
Der barê astengkirina hevdîtinên bi Ocalan re Racî Bîlîcî dibêje, di pêvajoya çareserkirina pirsgirêka gelê Kurd de rol û bandora Ocalan di asta herî jor de ye. Bîlîcî dide zanîn ku gelê Kurd Ocalan weke îrade û vîna xwe ya siyasî dibîne û wiha axivî: “Gelê Kurd, tevgera siyaseta Kurd û raya giştî Ocalan sermuzakerevan dibîne.”
Bîlîcî destnîşan kir ku weke ÎHD ew dixwazin li vî welatî pirsgirêk bi rêyên aştiyane were çareserkirin û wiha pê de çû: “Bê muxatabê vê pirsgirêkê ev pirsirêk bi tu awayî nayê çareserkirin. Rêya çareserî û aştiya mayînde rêzdar Ocalan e. Divê demildest tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe û pêvajoya muzakereyan were destpêkirin.”
‘Muxatap Ocalan e’
Nivîskarê Kurd Omer Dilsoz jî ji bo vegera li muzakereyan, weke muxateb Ocalan nîşan da û got, “Ji aliyê gelê Kurdistanê ve rêzdar Ocalan weke Serokê Gelê Kurd tê dîtin. Dîsan Ocalan Rêber û avakarê partiyeke herî bi hêz a çekdarî ya Rojhilata Navîn e. Bê Rêberek wiha nayê qebûlkirin ku ji bo pirsgirêka Kurd maseya çareseriyê bê danîn. Ji ber ku muxatebê herî mezin yê pirsgirêka Kurd Ocalan e.”
‘Kilîta çareseriyê Ocalan e’
Dilsoz di dawiya axaftina xwe de bal kişand li ser Rewşa Awarte û got; “Li Tirkiyê rewşeke OHAL´ê heye. Pêdiviyê Tirkiyê bi OHAL’ê tuneye. Divê li Tirkiyê zimanê aştiyê bê axaftin. Heger ev rewş bidome wê ev şerê kûr û qirêj bidome. Ez di wê baweriyê de me heger rêzdar Ocalan bikeve dewrê û tecrîd ji holê rabe, wê ev pirsgirêka heyî bê çareserkirin. Wê Tirkiye ji OHAL û darbeyan rizgar bibe. Kilîta çareseriyê li Îmraliyê rêzdar Ocalan e.”
OMER ÎKE / AMED