MIHEMED TAHIR/ROJNEWS/RANYA


Çalakvanên Sivîl yên navçeya Ranya ya ser bi Silêmaniyê, referandûmê weke sedema koçberbûna ciwanan dibînin û ragihandin ku referandûm bandoreke xirab li ser rewşa welatiyan kiriye û ew jî bûye sedema koçberbûna ciwanan.  Nêzîkbûna referandûmê bû sedema zêdetirbûna krîzê li Herêma Kurdistanê û weke sedemek sereke ya destpêkirina koçberbûna ciwanan ji Herêma Kurdistanê jî tê dîtin. Ev yek rastî nerazîbûnên çalakvan û rêxistinên sivîl tê.

 

Li Başûr hizb parlamenê

Têkildarî mijarê çalakvanê siyasî Osman Ezîz got, “Ev demek e, mijara referandûmê di rojevê de ye. Referandûm mafê hemû netewan e. Lê li Başûrê Kurdistanê ev 26 sal in, desthilatê hîna nekariye destûr û qanûneke baş pêk bîne. Parlamen saziyeke rewa ya vî welatî ye. Ji aliyê gelekî ve hatiye hilbijartin. Lê bi destê partiyeke desthilatdar û hinek kesên din, tê birêve birin û niha jî hatiye rawestandin. Eger welat, welatekî demokratîk be, hêz û mafê parlamenteran heye ku wê hikûmetê hilweşîne. Lê li Herêma me, hizban parlamen têk biriye û rawestandiye.”

Osman Ezîz wekî din bal kişand ser sedemên koçberbûna ciwanan jî û got, “Yekem sedema koçberbûna ciwanan, referandûm e. Ji ber ku bi salan e ji deh hezarî zêdetir ciwan zanîngehan diqedînin û ti derfeteke kar ji bo wan pêk nehatiye. Mixabin ciwan ew qas ji vî welatî bêzar bûne ku xeniqîna di deryayan de didin ber çavên xwe. Lê xwe lê nagire ku li bin desthilateke Kurdî bi vî awayî bimîne. Ev desthilatdar, gel ji her tiştî bêzar kiriye. Ji ber wê, ev referandûm tenê ji bo piştguhxistina gel e.”

 

 Zerar gihandine dewletbûnê 

Li ser heman mijarê welatiyê bi navê Kosret Xidir got, di dîrokê de ti dijminekî Kurdan bi qasî hizb û aliyên propagandaya referandûmê dikin, zerer negihandiye dewletbûna Kurdistanê, û wiha peyivî: “Niha eger em li referandûmê temaşe bikin, em dibînin ku girîngiya wê nîne. Salên bihurî rêjeyek bilind a gel  dewletbûn û serxwebûn dixwest. Lê niha ti baweriya gel li ser wê li hember desthilatê nemaye. Di dema ragihandina referandûmê de li Herêma Kurdistanê krîzek aborî ya mezin daye ser gel. Roj bi roj çavkaniya debar û mûçeyên wan ji aliyê desthilatê ve tên qut kirin. Xaka Başûrê Kurdistanê her roj ji aliyê  hizb û hinek aliyan ve tê belavkirin.”

 

Berjewendiyên hizban ên şexsî li pêş in

Elaqedarî mijarê çalakvanê civaka sivîl, Silêman Wertî jî nêrînên xwe wiha anîn ziman: “Diyar e li Başûrê Kurdistanê takekes pirranî li ser hizban belav bûne. Alî jî tenê li berjewendiyên xwe yên hizbî û takekesî difirkirin. Berjewendiyên giştî li ber çav nagiri. Ji sala 1991’ê ve li Başûrê Kurdistanê gelek derfetên dîrokî ji bo gelê Kurd derketin holê. Mixabin ji ber dizî, talankirina dewlemendiya Kurdistanê ev derfet nehatin nirxandin. Ji ber wê ez li ser navê xwe dibêjim, gelê Kurd di van şert û mercan de vê mijarê weke mijarek metirsîdar dibîne.”