Obama di dema serdana Serokwezîrê Îtalyayê Matteo Renzî de civîneke çapemeniyê ya hevbeş lidar xist. Obama operasyona Mûsilê mîna, “şerekî giran û zehmet” binav kir. Obama destnîşan kir ku operasyon wê giran derbas bibe û demê bigire lê di dawiya dawî de wê serkeftin were bidest xistin. Obama got, “Şik û gumana min tuneye ku wê DAIŞ li Mûsilê têk biçe. Li Mûsilê milyonek sivîl heye. Di dema derxistina DAIŞ‘ê ji bajêr de ewlekariya sivîlan û gihandina alîkariya mirovahî ji bo me girîng e.”
WASHÎNGTON