Konferansa Tevgera Çand û Hunerê nirxandinên girîng li ser du zîhniyet, tarzê jiyanê û paradîgmayan kir û di vê têkoşînê de li ser rola nirxên demokratîk û komunal, çanda Kurdewar û temsîliyeta Serokatiyê û tevgera azadiyê bi taybetî sekinî. Konferansê pergala modernîteya kapîtalîst û rejîma qirkirina çandî, polîtîkayên îmha û înkarê, bandora vê sîstemê ya li ser civakê bi awayekî berfirehî nirxandin. Di heman deme de şerê di navbera tevgera azadî û sîstema modernîteya kapîtalîst de tê meşandin, bi taybetî jî şerê li Rojava weke şerekî sîstemîk nirxand û tespît kir ku hem êrîş sîstemîk e, hem jî berxwedan.”
Ji bo neteweya demokratîk huner û wêje
Konferansê destnîşan kir ku di dema rizgariya demokratîk û avakirina jiyana azad de her xebat girîng e û wiha dewam kir: “Lê, di vê demê de xebatên huner û wêjeyê girîntir in. Ji bo avakirina neteweya demokratîk, avakirina mirovê azad pêwîst e, ji bo mirovê azad jî huner û wêje pêwîst e. Ruh, hest û ramanê mirovê azad bi huner û wêjeyê teşe digire. Ev nebin, mirovê azad jî nabe. Mirovê azad jî nebe, avakirina netewe û civaka azad nabe. Civaka demokratîk ava nabe.”
Pêdivî bi şoreşa hunerî heye
Konferansê da xuyakirin ku şoreşa civakî bi şoreşa çandê ve girêdayî ye û tespît kiriye ku heta ku şoreşa çandî pêk neyê, tu şoreş wê mayînde nebin. Ji bo şoreşa çandî jî pêdivî bi şoreşa hunerî heye. Konferans li ser van mijaran jî sekiniye: çand û huner bi kîjan zîhniyet û sazûmaniyê wê bê kirin, çawa wê li gorî cewherê hunerê bê tevgerîn, çawa wê hunera têkoşîna azadiyê bê kirin, çawa wê serketinên civakî û siyasî bi hunerê mayînde bibin, qirkirina çandî çawa wê bê pûçkirin.
Konferans li ser pirsgirêkên ku di qada çand û hunerê dehene, sekiniye û wiha hatiye ragihandin: “(Konferans) vegera li wî terzê ku xebat û çalakiyên çandê belavî her şaneya civakê dike, careke din weke pêdiviyeke herî esasî dibîne.” Konferansê diyar kir ku tu kar bê rêxistin nayê kirin û hebûneke ku bêrêxistin jî tuneye.
Li her deverê berxwedana çandê
Konferansê hunera modernîteya demokratîk bi taybet jî hunera şoreşa ku tevgera azadiyê bi pêş xistiye ji xwe re kiriye armanc. Konferansê destnîşan kiriye ku ji bo çand xwe nîşan bide û bi hunerê jî xwe mayînde bike, pêdivî bi hunereke xurt heye, lewra ji bo derxistina berhemên hunerî û bihurîna ji hemû astengiyan xwe gihandiye plansaziyeke xurt.
Konferansê diyar kiriye ku ji ber ku qirkirina çandî li her derê ye, divê berxwedana çandî jî li her derê be. Konferansê biryar daye ku li her derê, li her gundî malên çandî bên avakirin.
Konferansê herî dawiyê jî li gorî pêdiviyên demê li ser mijarên behsa wan kirî de biryarên girîng dan. Di dawiya encamnameyê de tê gotin ku endamên wan wê bi zelalbûna biryardariyê tev bigerin. Herî dawiyê jî konferansê bang li hemû kadro û xebatkarên TEV-ÇAND’ê û gelê Kurd kiriye ji bo ku bixebite ji bo avakirina civaka demokratîk û azad bi çanda resen û şoreşa hunerî."
BEHDÎNAN