
Piştî Fermana 73'an cihan ji nû ve bi qirkirinê bi hebûna gelê Ezîdî hesiya. 3 Tebaxê di dîroka gelê Kurd a giştî de wek rojeke reş li ser rûpelan hat neqişandin. Lê êş û azarên gelê Êzîdî ne bi fermanê re sînordar bûn. Ango sedemên fermanan çi bûn? Di van rojan de ku em şa ne bi rizgarkirina Şengalê, miletê me yê Êzîdî dil zîz e. Ji ber ku miletê li Çiyayê Şengalê vê wek rizgariya Şengalê nabînin. Dibêjin, ku ‘heya vîna wan a sîyasî neyê qebûlkirin, ti caran Şengal azad nabe.’ Li ser vî esasî hemû meclîs û saziyên Çiyayê Şengalê daxuyaniyeke hevbeş jî dan.
Gelê Şengalê çi dixwaze, pêwistiya wan bi çi heye û careke din ji bo avabûna Şengalê çi divê? Me li ser van mijaran li nêrîna Endamê Koordînasyona Cîvaka Êzîdî Zekî Şengalî pirsî.
Rizgariya Şengalê ji bo tevahiya gelê Kurd wek mizgîniyekê bû. Lê belê taybetî ji bo Êzîdiyan wateya rizgarkirina Şengalê çi ye?
Bi rastî jî wateyeke cuda ya Şengalê ji bo Êzîdiyan heye. Şengal hem cîhekî dîrokî ye hem jî heremeke pîroz e û hem jî di warê kurdewarbûnê de cihekî stratejîk e. Rizgarkirina Şengalê giringiyekî pirr mezin heye. Lê belê em nikarin bibêjin ku Şengal bi hew hawî rizgar bûye. Esas, rizgarî di warê siyasî, bîrdozî û psîkolojîk de pêwîst e. Niha, hinekî rehetî çêbû, ew tehdîda DAIŞ’ê weke berê li ser gel nîne, lê hin derdorên me ji aliyê çeteyan ve di nav dorpeçekê de ne. Di 8’ê Cotmehê de operasyona Şilo hat destpêkirin. Piştî rizgarkirina Şengalê operasyona rizgarkirina gundên Şengalê hat destpêkirin û hîna jî dewam dike. Di vî aliyî de gelek gund hatin rizgarkirin, lê hîna gelek gund jî di destê çeteyan de ne. Lê pirsgirêk ne tenê rizgariya erdnîgariyê ye.
Bêguman, di milê erdnîgariyê de rizgarî çêbûye, lê Şengal bi giranî rûxiyaye. Gelek der talan bûne. Ji bo jinûve avabûna Şengalê çi pêwîst e?
Şengal hatiye wêrankirin. Li milekî, çeteyan tiştek nehiştiye, li milê din jî di encama şer û pevçûnên li wir de gelek texrîbat li bajêr çêbûne. Pêwîst e ku mirov rahêje jinûve avakirina bajêr. Ji bo vê, divê komisyonek bê avakirin. Lê belê ev komîsyon ne bi biryarên derve divê werin çêkirin, berovajî bi îradeya gel divê werin hilbijartin. Careke din, hin kesên di karê avakirina bajar de pispor in jî divê di nav de cihê xwe bigrin. Divê li ser van pirsgêrêkan bê rawestîn. Pêwîst e, hemû hêzên Kurdîstanî bi hevre destê xwe yê alîkariyê dirêjî Şengalê bikin. Pirsgirêka Şengalê, pirsgirêkeke neteweyî û navneteweyî ye. Ji bo ku Şengalî azad bijîn, divê hêzên neteweyî û navneteweyî alîkariyê bikin. Şengal rizgar bûye, lê belê malbatên Şengalî venegeriyane ser axa xwe. Heta ew pirsgirêk neyê çareserkirin, kes nikare vegere jî. Hîna statûyeke Şengalê nîne. Divê ji vir û bi şûn ve vîna Şengaliyan bê naskirin. Şengalî karibin bixwe xwe bi rê ve bibin. Divê ev derfet bê dayîn. Niha li vir baweriya gel şikestiye. Tişta ku hat serê vî miletî ne hindik bû. Ew statûya kevn ji bo ti derdan nabe derman. Milet nikare vê qebûl bike û qebûl jî nake. Ji ber ku dîtin ku nikare wan biparêze. Ji bo vê jî mirov divê ji nû ve rahêje rewşa Şengalê.
Divê ti hêz jî nekeve nav hesabên biçûk, berjewendiyên hizbî, malbatî, eşîretî û takekesî. Rewşa miletê Şengalê pirsgirêkeke navneteweyî ye û divê li gorî pêwistiya vî miletî alî nêzîk bibin.
Divê helwêsta beramber Şengalê çawa be?
Beriya her tiştî divê cudabûnên Şengaliyan ne wek xeterekê, belê wek dewlemendiyekê were dîtin. Baweriya Ezdayî baweriya herî qedîm ya van axan e. Ango, em dikarin bibêjin, bingeh û koka Kurdîtiyê ye. Li ser vî esasî divê hemû herem rêzê nişanî vê baweriyê bide û bihêle ku ev bawerî li gor rê û resma xwe bijî. Ev yek jî bi naskirina xweseriya Şengalê mumkin e. Ev mafekî herî rewa yê vî miletî ye. Li gor qanûnên Iraqê, xala 125 û 116 de her herem dikare li gor xweseriya xwe xwe pênase bike. Lê ev mafê hemû Iraqê heye, çima Ezîdî nikarin ji vî mafî sûdê wergirin. Ji bo vê jî divê xweseriya Şengalê careke din rêveberiyên heremî yên Êzîdiyan yên ku di nav xwe de ava dikin, bên naskirin.
Çima meclîsa bajaran a hemû heremên Iraqê heye û nabe ya Şengalê hebe. Îro meclîseke miletê me yê Şengalê hatiye avakirin. Wekî din meclîsa jînan heye. Ev nayê vê wateyê ku Şengal qut dibe, berovajî ev xweserî wê Şengalê xurt bike û ew xurt bûn wê beşdarî herema Kurdîstanê jî bibe. Hebûna Şengaleke xurt tê wateya Kurdîstaneke xurt jî.
Îdara niha ya li Şengalê çawa ye?
Hikûmeta Herêmê dixwaze wek berê Şengalê bide meşandin. Lê ew dem derbas bû. Berê îdareyeke ku navendî dihat şandin hebû. Ti vîn û naskirina gel nebû. Ji xwe ew îdare, di dema fermanê de terka vî miletê kir. Ew îdara ku berê fermanê hebû ti rewabûna wê nemaye. Ji ber ku ew kesên wek qeymeqam hatibûn wezîfedarkirin jî ew salek û çar meh in, ne li vir in. kesekî ku ne li nav gelê xwe be, ew ê çawa îdara vî miletî bike. Milet wî qeymeqemê ji navendê erkdarkirî nas nake. Ew kesên ku dibêjin, ‘em îdara Şengalê ne’ û car caran daxuyaniyan didin, lê kes îtîbar bi van gotinan nake ji ber ku ti meşruîyeta wan nîne.
Meha Çile îdareyek ji aliyê hikûmeta heremî ve hat çêkirin. Vê jî nakokî peyde kirin. Berê jî îdareyeke Şengalê hebû. Lê di rojên teng de dev jî vî mileta berdan û çûn. Ev qeymeqam endamê hizbekê ye. Ew kesên wisa, nikare bibe bersiv ji pirsgirêkên gel re. Divê tişta ku esas bê girtin îrada gel be. Gel meclîsa xwe ava kir, komîteyên xwe ava kirin. Ya rewa ev e.
Di nava ji nû ve avakirinê de mijara herî esasî bêguman parastin e. Pêwistiya gelê Şengalê di warê ewlehiyê de çi ye?
Çawa ku em dibêjin, îdara berê nabe, di heman demê de pergala parastina berê jî nabe. Jixwe tirsa milet ya herî mezin ew e. Wek berê parastin nabe. Berê li vir 17 hezar peşmerge hebûn. Di nav wan de peşmergeyên Êzîdî jî hebûn, lê vîneke wan nebû. Fermandariya wan çi bigota li gorî wê tevdigeriyan. Lê belê îro hêzeke parastina Şengalê hatiye avakirin. Bi îrada vî gelî, ji aliyê zarokên vî gelî ve hatiye avakirin. Ew bi pêwistiyên xwe ji herkesî baştir dizanin. Cihan hemû jî bi ser wan de were dikarin axa xwebiparêzin. Çiqas êrîş jî çêbibin, ew ê bernedin, ji ber ku li ser vî bingehî, di demeke herî zor û zehmet de ev rêxistin ava bû. Divê berî hertiştî vîna leşkerî ya Êzîdiyan bê naskirin. Milet jî weke berê baweriya xwe nikare bi her kesî bîne. Dîvê hêzên parastina cewherî ango hundirîn bên naskirin. Ji bo vê jî divê mirov ji nû ve rahêje mijara parastina Şengalê.
Ji vir û şund ve kes nikare kirasên kevin li vî miletî bike. Li gorî dem û pêwistiyan divê helwêst bê diyarkirin. Mînak, li heremê hin tabûr hatin avakirin lê ti fermiyeta van tabûran nîne. Careke din, ew avabûna tabûran hêza yekbûyî ya Ezîdîyan parçe dike. Yekîtiyek dernakeve û ew jî zerarê dide berjewendiya neteweyî. Di mojara ji nû ve avabûna Şengalê de xeleqa herî girîng, parastin e, bila bihêlin Êzîdî bixwe parastina xwe bikin.
Ji bo naskirina vîna miletê Êzîdî çi pêwist e bê kirin?
Divê berî hertiştî saziyên Êzîdiyan bên naskirin. Êzîdî karibin xwe zane bikin, hebûna xwe ava bikin. Careke din li vir pirsgirêkên zarokan, ciwanan, jinan hene. Pirsgirêkeke perwerdê heye. Di vî warî de xebat tên kirin lê têrker nîne. Xweserî cudakeriyê peyde nake. Ger xweserî neyê qebûlkirin ew cudahiyê dixe nav milet. Her tim demokrasî civakê xurt dike, divê li gorî vê rastiyê nêzîkî Êzîdiyan bibin.
Ji bo ji nû ve avakirina Şengalê xebatên we dewam dikin. Çi alîkarî divê, careke din gelek kes li ser navê Şengaliyan alikariyê kom dikin, ev digehêje gel yan na?
Heta niha alikariyeke ku temamî gel himbêz bike, nehatiye kirin. Alikariyên ku tên parçe parçe tên. Ev jî pirsgirêkên gel çareser nake. Li Şengalê Meclîsa Avaker a Şengalê heye, divê hemû alikarî were wir û ji wir belavî gel bibe. Herkes li aliyê xwe, parçe parçe tevbigere encamê bi dest naxe. Hevbeşiyek di vî karî de pêwîst e. Hin hizb jî alîkariyan digrin û li derdora xwe belav dikin. Miletê me ji bo Şengaliyan giştî alîkariyê dişîne, bes dikeve destê hin hizban, ew jî yan ji bo xwe radikin yan jî li kesên nêzî xwe belav dikin. Wek koordînasyona Ezîdiyan li vir salek û çar meh in ku hemû tiştên ku me belav kirine, me ti ferq û cudahî nexistiye nav milet. Li gorî derfetan li her kesî hatiye belavkirin. Kesên ku alikariyê dişînin bila bişopînin ka ew alîkarî gihişt, yan na. Ji bo vê jî divê komîsyonek hebe ku lêkolînê bike ka çend kampên Êzîdiyan hene û ji çend kesan pêk tên.
Girêdayî mijara parastinê, Tirkiyeyê leşkerên xwe şandin herêma Bahşîqa. Êzîdî vê yekê çawa dinirxînin?
Ew leşkerên ku hatine, ka kî bawer dike ku ji bo şerkirina DAIŞ’ê hatine şandin. Ti kes bawer nake, her kes jî dizane ku dewleta herî zêde DAIŞ’ê mezin dike, Tirkiye ye. Ma ne DAIŞ hemû lojîstika xwe, leşkerên xwe û hebûna xwe li ser Tirkiyeyê ava dike. Wê demê kî dikare bawer bike ku Tirk ji bo şerê DAIŞ’ê bikin hatine herêma Bahşîqa. Pirr dixwazin şer bikin, Dîlok tijî ye ji çeteyên DAIŞ’ê, bila wan bigirin. Armanca hatina wan a Bahşîqa ya pêşî ew e ku Êzîdiyan li heremê tine bikin. Bahşîqa heremeke Êzîdiyan e. Dewleta Tirk dixwaze li herêma Bahşiq Tirkmenan bicih bike. Careke din polîtîkayeke koçberkirina Êzîdiyan ji derveyî welat dewam dike ku serê wê Tirkiye dikişîne. Hatina leşkerên Tirk li heremê wek tehdîdekê ye li ser Êzîdiyan. Em vê qebûl nakin. Herema Kurdistanê ger pêdiviya wan a leşkerî heye, çima alîkariyê bi hêzên Êzîdiyan ên YBŞ’ê re nake ku tecrûbeyeke wan a şerê li dijî DAIŞ’ê heye û diçe gazî welatêkî din dike. Ew hemû ji aliyê herdu hêzan ve hatiye plankirin û polîtîkayeke sîstematîk e ji bo tinekirina Êzîdiyan li heremê.
Gotinên we yên dawî û bangawaziya we çi ye?
Gelê me yê Şengalê bila baweriyê bîne bi siberoja xwe. Gelek êş û azar hatin kişandin. Ferman hat serê wan. Lê divê bi vê jî bawer bin ku dem ne dema berê ye. Alîkariya ku di warê neteweyî û navneteweyî de heye ne kêm e. Erka mezin dikeve ser milê Êzîdiyan ku hebûna xwe bixwe ava bikin, vegerin ser axa xwe û di veavakirina Şengalê de em dest bidin hev û welatê xwe nûjen bikin. Divê hemû keç û xortên Êzîdî di nav hêza parastina Êzîdxanê de cihê xwe bigire. Ji vir û şûn ve em nikarin parastina xwe bi hêviya ti kesî ve bihêlin.
Heval Berîvan Şengal ku wek keçeke Êzîdî piştî fermana mezin hêza xwe, baweriya xwe û xeyalên xwe mezin kirin û di nav rêfên azadiyê de cihê xwe girt. Rixmê ku temenê wê ciwan bû jî, erk û berpirsiyariyên mezin girtin ser milê xwe. Berîvan bû pêşenga Şengalê. Wek keçekê, bi erka tolgirtina fermanê rabû. Berîvan Şengal îro wek sembola berxwedanê ye li ser van axan. Terka axa xwe, ola xwe neda. Ji bo parastina nirxên welatê xwe canê xwe di vê rêyê de feda kir. Divê hemû ciwanên Êzîdiyan li ser şopa Berîvanan bin.
Divê em ji dîrokê dersan bigirin û li gorî vê, çi erk dikevin ser milên me, em bikin da ku welatekî azad û rojên xweş diyarî zarokên siberojê bikin.
NÛJIYAN ERHAN/ŞENGAL