Qeyûmê dewleta Tirk ku di nava dagirkeriya li Kurdistanê de şaredariyên xelkê jî desteser kirin, çi bikin, mirov şaş namîne. Li Bazîdê dema ku qeyûm peykerê Ehmedê Xanî yê li Parka Ehmedê Xanî xira kir, tişta qeyûm kirî, kirina dijminekî bû, ango ji bavê xwe ve bê minet bû. Nerazîbûna gelê Kurd bi gotinan, kirinan, çalakiyan û heta bi şer li dijî vê helwêsteke li dijî neyarên wî ye.
Dema ku dezgehên ragihandinê yên Kurd yan jî Kurdistanî berê xwe dan mijarê, mirov helbet lê dinihêre, ka li ber çavên wan çi berçavk heye, ew bi kîjan awirî û ji kîjan bereyê li mijarê dinihêrin. Herçî Tevgera Rizgariya Kurd e, tevî ku li dijî dagirkeriyê şerê çekdarî jî dimeşîne, di warê refleksên li dijî kirinên bi vî rengî de giran û carinan jî xemsar e. Mirov dikare vê yekê rexne bike. Lê îro ez dixwazim balê bikişînim ser dezgehên li derveyî ragihandina tevegera azadiyê. Yek ji wan Rûdaw e ku ev nûçe bi derengî dît û ecêb li ser ecêbê bi navê nûçe kir metin û bi xwendevanên Kurmanciyê jî da xwendin.
Hema em berê xwe bidin ecêban da ku em zanibin ka kî ye yê ku dike her em bimînin û ecêban bibînin. Mesele ji sernûçeyê dest pê dike; li wir tê gotin “Şaredariya Bazîdê”! Tevî ku şaredariya Bazîdê hatiye desteserkirin û qeyûm wê bi rê ve dibe, tercîha “Şaredariya Bazîdê” ne bê guneh e, hewldana tepisandina nerazîbûneke muhtemel a li dijî dewleta dagirker a Tirk e. Jixwe peyama di sernûçeyê de jî “Bi şaşî bû”.
Destpêka nûçeyê jî weke ku li Bakurê Kurdistanê her tişt asayî û xweş be, ti arîşeyên siyasî û eskerî nebin, û li navçeya nûçe li serê, îradeya gel tine nehatiye hesibandin, qeyûm şaredariya xelkê navçê desteser nekiribe, cih dide daxuyaniya “Şaredariyê”. Li vir em awireke Kurdistanî bi ti awayî nabînin ji ber ku ji destpêkê ve peywenda dagirkeriya li Kurdistanê nehatiye dîtin, heta bi qesd hatiye veşartin.
Dema mirov ji awireke Kurdistanî ve li meseleyê binihêre, li vê kirina qeyûmê dewleta Tirk nikare bê alî binihêre, nikare vê kirinê ji peywenda dagirkirina Kurdistanê û dagirkeriya dewleta Tirk şuştî bibîne. Heger rojnamevanek vê dike yan jî dezgeheke ragihandinê, ev alîgirtina wê nîşan dide. Dema ku ev dezgeh Kurd an jî ji Kurdistanê be, mesele dibe malwêranî û heta ecêbeke sosret.
Jixwe dema mirov berê xwe dide hûrgilliyên nûçeyê jî dibîne ku qeyûm ango delweta Tirk peykerê Xanî 22´yê Hezîranê şikandiye, heman qeyûmî bi navê “şaredariyê” 27´ê mehê daxuyaniyek daye û gotiye, “bi şaşî” bû. Piştî ku di ser medaya civakî, rojnameya me û gelek komale û partiyên siyasî ve nerazîbûneke tund hat nîşandan, û bi giştî êrîş wekî êrîşa dewleta dagirker li dijî nirxên gelê Kurd û netewebûna gelê Kurd hat dîtin. Di nava gel de jî vê kirina dagirkeriyê acizî, nerazîbûn û heta nifrîneke li dijî dagirkeran afirand.
Ji awireke Kurdistanî, çi rojnamevan û çi jî dezgehên ragihandinê, diviyabûn pêşî vê peywendê bibînin û hem di sernûçeyê de û hem jî di nava nûçeyê de gumana ji jidilbûna daxuyaniya qeyûm derxin pêş. Vê peywendê îfade bikin û helbet îşaret bi wê yekê bikin ku li ser nerazîbûna civaka Kurd qeyûmê dagirker neçar maye çerx bike, ji ya xwe were xwarê.
Lê belê ev nayê kirin, li şûna vê, Rûdaw a doh daxuyaniya qeyûm û îdîaya wî ya dibêje, peyker di encama qezayekê de şikestiye û ew peykerekî nû didin çêkirin, derxistiye pêş. Hîna nû dema nûçe diqede bi zimanekî ecêb bêalî, tê bibîrxistin ku li şûna şaredarê hilbijartî qeyûmê dewletê hatiye wezîfedarkirin û qeyûman beriya niha li Amed û Qoserê peyker şikandine. Bi gotina herî nerm, ev xemsariyeke ecêb e, qutbûneke ecêb ji Kurdistanê, civaka wê û peywenda wê ya siyasî û çandî ye. Bi serê xwe sosretek e ku dezgehek bi îdîaya Kurdistanî bûnê, aliyên nûçeyekê û peywenda wê ya girîng nabîne; helbet em dikarin dilê xwe xweş bikin, heger ev helwêsta wê ne ji ber alîgiriya dewleta Tirk û qeyûmên wê be.