Li Amedê hin kesen bêwijdan kêr li Hîko (Hîkmet Ulucan) da. Hîko mibtelayê mîtîngên Kurdan ên li Amedê ye, astengdarê zîhnî ye û li kolanên Amedê dijî. Xelk jê re dibêje Hîko. Pêr bi şev li navçeya Baxlar a Amedê hin bêbavan li Hîko da û ew bi kêrê birîndar kir. Ser û çavên Hîko reş û şîn kirin ku şopa birînan li ser wechê wî dixuye. Bêvanan hingî li Hîko dane mecal di laşê wî de nehiştine. Hin kesên Hîko dîtî ew rakirine nexweşxaneyê. Pîştî dermankirinê Hîko ji nexweşxaneyê derketiye.
AMED