Wisa diyar e ku Kurd dîsa bi bêbextiyeke navneteweyî re rû bi rû ne. Li aliyekî li bakurê Kurdistanê girtin û kuştin bi hemû gurehiya xwe didomin, li aliyê din jî di asta navneteweyî de saziyên Kurd tûşî êrîşan dibin. Êrîşên li ser Roj Tv nîşan didin ku hêzên navneweyî li pişt kirin û gotinên Erdogan in.
Her çiqas raya giştî ya demokratîk a cîhanê li hemberî kirinên Erdogan dengê xwe bilind dike jî, di asta dewletî de tu dijberî li hemberî van kirinan nîn e. Heta pirî caran rayedarên dewletan piştevaniya xwe diyar dikin. Mixabin Kurd  di vê heyamê de bûne taqîgeha hinek bêbavan, her carê tiştekî li ser me diceribînin. Gelek tişt ceribandin, tu encam negirtin, îcar di dil xwe de tiştekî nû diceribînin. A rast di kirinên wan de zêde aliyekî nû nîn e, tiştên berê bi rengên nû pêk tînin. Di kirinên wan de tiştê ku naguhere bêbextiya wan û bedbextiya Kurdan e.
Armanca vê bêbextiyê çi ye? Di sedsala borî de wan qirkirin (çi spî, çi jî sor) li ser Kurdan ferz kiribû. Kurdan bi têkoşîna xwe kefen çirand û hebûna xwe nîşanî her kesî da. Lê dîsa jî hêzên dagirker û hevkarên wan ên navneteweyî naxwazin vê rastiyê bipejirînin û statûya Kurdan nas bikin. Bi ser de jî Kurdên Bakur dixwazin statûya xwe bi destê xwe diyar bikin. Pergala ku Kurdên Bakur ji bo wê têdikoşin, ne tenê li dijî vîn û daxwaza dagirkeran e, li dijî plan û bernameya hêzên navneteweyî ye jî.
Hêzên navneteweyî hewl didin ku li Rojhilata Navîn pergalekê ava bikin, Kurd bi têkoşîna xwe gefan li vê pergalê dixwin. Di pergala hêzên sermayedar ên navneteweyî de vîn û daxwazên gelan zêde li ber çavan nayên girtin.  Ji wê zêdetir berjewendiyên sermayeya global esas tên girtin.
Ez naxwazim hêviya kesî di qirika wan de bihêlim, lê belê ji ber van sedeman gotegotên der barê îlankirina dewleta Kurdî de jî bi min wekî parçeyekî vê lîstikê tên. Der barê vê mijarê de jî şîrove û nirxandinên têvel hene; hinek dibêjin, “Amerîka li pişt vê biryara hikûmeta Kurdistana Federal e.” Li gorî hinek nûçeyan jî rayedarên Amerîkayê gotiye, “Kurd hêşta ji bo dewleteke serbixwe ne amade ne.” Her wiha ji  gelê Başûr tê xwestin ku beramberî dewleta serbixwe dev ji Kerkûkê berdin. Li gorî baweriya min hêzên navneteweyî ji Kurdan jî dixwazin ku beramberî Kurdistana Başûr, dev ji Kurdistana Mezin berdin.
Temenê dewleteke biçûk a bêyî Kerkûkê dê çendî dirêj be, ew jî nayê zanîn. Ji niha ve hin kes bernameyê li ser çarenûsa wê amade dikin. Gelek stratejîstên tirkan dibêjin, dewleteke wiha dê di demeke zêde ne dûr û dirêj de ji hêla Tirkiyeyê ve bê daqurtandin ango dê ev parçeyê Kurdistanê jî (belkî parçeyên din jî) bi ser xaka Tirkiyeyê ve bê/n berdan. Her hal piştî vê yekê êdî ne tenê Roj Tv, dê hemû televîzyonên Kurdan bêne astengkirin û hingî divê hemû Kurd qîma xwe bi TRT 6’ê bînin.
Bi kurtasî ev bernameya ku îro li ser Kurdan tê meşandin, bernameyeke navneteweyî ye, têkoşîna li hemberî vê bernameya bêbext jî divê bi piştgirî û piştevaniya hemû bedbext û bindestên Rojhilata Navîn bê meşandin.