Li Parîsê şemiyê Kurdistanî û dostên wan bi eşkereyî diyar kirin ku ew ê bêcezamana kujerên sê şoreşgerên jin ên Kurd Sara, Rojbîn û Ronahî ti carî qebûl nekin.

 Dostên Kurdistaniyan jî xwedî li doza wan derketin û tevî bi hezaran Kurdistaniyî ji cihê komkujiyê heta bi Meydana Republiqueê ji bo doza edaletê meşiyan.

Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal got, ew ê li dijî vê konsepta qirkirinê berxwedanê xurttir bikin û ji bo ku sala 2020´an Rêber Apo serbest bikin, têkoşînê mezin bikin.

SELMA AKKAYA / PARÎS

Ji damezrênerên PKK´ê Sara (Sakine Cansiz), Nûnera KNK´ê ya Parîsê Rojbîn (Fîdan Dogan) û endama Tevgera Ciwanan Ronahî (Leyla Şaylemez) di salvegera 7´an a komkujiya Parîsê de li Parîsê bi beşdariya Kurdistanî û dostên wan hatin bibîranîn û di çalakiyê de peyama, “Bêcezamana 7 salan nabe ku bê qebûlkirin” dan.

Çalakî bi organîzeya TJK-E, TJK-F, KCDK-E û CDK-F’yê bi rê ve çû û doza edaletê hat kirin ji bo şehîdên komkuijya ku 9´ê Çileyê 2013´an. Çalakger pêşî çûn devê deriyê avahiya Buroaya Agahdariyê ya Kurdistanê ya li 147 Rue de la Fayetteê, cihê kokujî lê çêbû. Li vir jinan kulîlk danîn devê avahiyê û bi slogana Jin, Jiyan, Azadî doza edaletê kir.

Bi hezaran Kurdistanî û dostên wan ji vir bi kortejan ber bi meydana Republiqueê ve meşiyan.

Em hemû Sara, Rojbîn û Ronahî ne

Di serê korteja meşê de li ser pankartên resmê Sar, Rojbîn û Ronahî li ser wan, peyamên “Dawî li bêcezamana 7 salan bînin”, “Paytexta bêcezamanê Parîs”, “Ji bo sê jinên qetilkirî edalet” hatibûn nivîsandin.

Çalakgeran gelek dovîz jî hilgirtin û li ser yên herî balkêş jî “Em hemû Sara, Rojbîn û Ronahî ne”, “Em ê bêcezamanê hilweşînin û bi ser kevin” dinivîsî.

Di serê pêşî yê kortejê de ji endamên malbatên Sara, Rojbîn û Ronahiyê, û nûnerên KNK, TJK-E, Kongra-Gel û saziyên din ên Kurdistanê meşiyan.

Em dev ji doza xwe bernadin

Pirraniya beşdaran Kurdistanî bûn lê dostên wan jî gelek bûn; France-Kurdistan, Partiya Komunîst a Fransayê (PCF), Partiya Çep (Parti de Gauche-PG), Partiya nû ya Antîkapîtalîst (NPA), Yekîtiya Azadîxwazên Komunîst, MRAP, Union syndicale Solidaires, SOS Racisme, La Maison du Tamil Eelam, SKB, Kolektîfa Amazîxên li Fransayê, CNT û saziyên din bi nûner û endamên xwe beşdarî meşê bûn.

Di mîtînga li Meydana Republiqueê de li ser navê CDK-F´yê hevserok Remziye Erdemirci û Lokman Kanar peyivîn. Remziye Erdemirci got, “Weke miletê Kurd em edaleteke heqîqî dixwazin. Kê serkêşiya komkujiyê kir, bila Fransa vê ronî bike. Em doza edaletê dikin.” Hevserok Lokman Kanar jî got, “Weke miletê Kurd em ê dev ji vê doza xwe bernedin. Çi dibe bila bibe, li ku derê dibe bila bibe, em ji wan kesan re ku li ber destketiyên Kurdan radibin, dibêjin, em ji têkoşîna xwe nagerin.”

Li ser navê TJK-E´yê Yıldız Filimci peyivî û got, Fransayê di warê bicihanîna edaletê de bi dewra xwe ranebûye, û xwest, edalet êdî pêk bê.

   

Em hemû yek malbat in

Piştre li ser navê malbata Cansiz, xwişka Sarayê Feride Cansız peyivî û got, “Xanga min Sara, hevrêya we, nûnera ronahiyê bû. Niha weke wî rûyê xwe yê ronî di vê roja bi tavik de li nav me ye. Ez we bi baweriya bi wê roniyê silav dikim.”

Bavê Rojbînê, Hasan Doğan jî got, “Di sala heftan de ez lanetê li kujeran tînim. Em weke Kurd bibin yek, hev bigirin û êdî rêberê xwe Rêber Apo yê ku ev 20 sal in li Îmraliyê dîl e, serbest bikin.”

Bavê Ronahiyê, Cumali Şaylemez jî got, “Kezeba miletê Kurd bişewite jî ji têkoşîna xwe nagera. Di serî de Parîs, her sal li gelek deveran xwedîderketineke mezin heye. Em ser bilind in bi vê xwedîderketinê. Em hemû yek malbat in.”

   

Em xwediyê dozê ne

Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal jî got, “Ew pêşengên tevgera me û tevgera jinên Kurd bûn. Heta ku heqîqet derkeve holê têkoşîn wê dewam bike. Li vir bi rasthatina salvegera 7´an a komkujiyê em bang li dadgeriya Fransayê dikin. Têkoşîna gelê Kurd wê vê encamê qebûl neke. Em dixwazin kujerên her sê hevalên me derkevin holê. Weke miletê Kurd em dozgerên vê dozê ne. Miletê Kurd bi berxwedaneke dîrokî bersiv da êrişên dewleta Tirk. Li dijî faşîzma Tirk berxwedana me dewam dike. Li dijî dîktatoriya Erdogan em ê sala 2020´an têkoşîna xwe xurttir bikin. Em ê ji bo azadiya Rêber Apo têbikoşin û li ber faşîzma dewleta Tirk rabin.

 
 

Li ber sefareta Franseyê çalakî

   

Li paytexta Awusturyayê Viyenê bi armanca şermezarkirina komkujiya li Parîsê meşek ber bi sefareta Franseyê ve hat organîzekirin.

Kurdistanî û dostên xwe bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li meydana Operayê hatin cem hev û ber bi sefareta Franseyê ve meşiyan. Di dema meşê de timûtim sloganên “Qatil Erdogan” û “Şehîd namirin” gotin. Çalakgeran destguleke reş danîn ber sefaretê û daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Di daxuyaniyê de hat gotin, bi fermana dewleta Tirk tetikkêş Omer Guney komkujî pêk aniye û tevî ku haya dewleta Franseyê ji vê jî heye bi tetikkêş bi sînor li dozê dinêre. Herweha hat gotin, heta berpirsên rastî bêne eşkerekirin û hesab were pirsîn wê têkoşînê dewam bike.

 

 VIYANA

 
 

Hesab ji kujeran bipirsin

   

Li paytexta Fînlandiyayê Helsînkiyê jî komkujiya Parîsê bi mîtîngeke Komela Jinan a Ronak û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) hat şermezarkirin.

Di çalakiyê de endama navenda DBP´ê Sêvê Demir, aktivîsta Kongreya Jinan Fatma Uyar û hevseroka Meclîsa Gel a Silopiyayê Pakîze Nayir ên 2016´an li Silopiyayê hatin qetilkirin, hatin bibîranîn.

Di mîtîngê de hat gotin, tevî ku eşkere ye, îstîxbarata Tirk (MÎT) komkujî kiriye jî dewleta Fransayê bi lez û bez dixwaze ser dozê bigire. Divê berpirsên rastî bêne eşkerekirin û hesab ji wan bê xwestin. 

 

HELSÎNKÎ