Masûm diyar kir ku sedema krîza siyasî ya li Iraqê derketiye li hev nekirina aliyên etnîkî û olî ye û got: 'Ji bo normalbûna Iraqê pêdivî bi demeke dirêj heye. Lewra civak ji hev gumanê dikin. Şiî bi fikar in, ditirsin ku salên bi xof û zilm ên Sadem dîsa bên. Sunî jî ditirsin ku hemû İraqiyan bikin Şiî. Kurd jî hê bi tirsa qetlîama Helebçe û Enfalê dijîn.'


Tirsa li welêt zêde dibe

Masûm tekez kir ku divê 57 parlamenterên Kurd ên Parlamentoya Iraqê, piştî krîza petrol û butceyê xebatên xwe yên siyasî yên di bin banê meclisê de berdewam bikin û wiha axifî: 'Vekişîna parlamenterên Kurd ji bo rewşa siyasî dibe sedema pevçûnê. Bedela biryareke wiha dibe ku ji bo Kurdan giran be.' Masûm da zanîn ku Herêma Kurdistanê dixwaze mafên xwe yên ku di destûra bingehîn de cih digrin bikar bînin û bazirganiya petrolê bikin. Masûm wiha dirêjî bi axaftina xwe da: ‘‘Bexda bi aqilê berê yê siyasî tevdigere û rê li firotina petrolê ya hikûmeta Kurdistanê digire. Herwiha hikûmeta Iraqê sîstema federal ji bîra dike û li gor hikûmeta navendî tevdigere û dixwaze hemû mafan bixe destê xwe. Ev jî dibe sedema krîzên siyasî.'

Polîtîkaya navendîtî heye
Masûm bi bîr xist ku hikûmeta Bexdayê her sal karta budceyê li dijî hikûmeta Kurdistanê bi kar tîne û wiha pêde çû: 'Pirsgirêka petrol û gazê ya di navbera hikûmeta Bexda û Hewlêrê de divê li gor yasa û destûrê bê çareserkirin. Lê evna ne hewqasî asan e. Ji ber serdema hilbijartinan dest pê dike û ji bo vê jî divê di demeke kurt de budce bê qebûlkirin.'  57 parlamenterên ji partiyên cuda yên Kurdan di Parlementoya Iraqê de cih digrin, beşdarî pêşnûmaya budceyê ya 2014’an nebûn. Parlamenterên Kurd dibêjin ku du xalên di budceyê de cih digrin bi temamî li dijî Herêma Kurdistanê ne. Herwiha hinek parlamenteran diyar kiribû  ku eger qeyrana budceyê berdewam bike dê ji parlamentoyê vekişin.

HEWLÊR