Bi ya kîjan gotinê bikim? Gotina ‘ serê neêşe paç lê girênede’ ji xwe re bikim destûr û bibêjim çî min jê ye û xwe ji hemû kul û derd û xem û arişeyan vedêrim û vegirim…an xweliyê li serê bikim, bi gotineke din a pêşiyan bikim: ‘ serê ku naêşe ne ti serî ye’?
Serê min diêşe.
Na xwe serê min serî ye.
Û jixwe; ji roja ku min çavên xwe vekiriye, min ev serî li ser vê bedenê diye.
Û, ji ber ku min ji xwe re gotiye bedenek ne bê serî dibe, ne jî bêyî dest û pê;serê min bedenê, bedenê jî serê min êşandiye!
Yê ku gotiye, ‘ cezayê serî her piyan kişandiye’, ma xweş gotiye.
Xweş gotiye; ji ber ku pê, piyên ku beden û serî radigirin û hildigirin, heke bi ya serî nekin; ji hêza xwe bêhtir bibezin, ji qeweta xwe bêhtir bilivin; diwestin. Westana pê westan bedenê ye. Ew westan rojek tê dibe westana serî jî. Serî, serê ku bi saya bedêna li ser piyan şipê û çik e, bi rahtiya piyan re ew jî raht bibe, û mixabin ew jî bi bedena rahtbûyî re li cihekî vedizile, an çengekî bedenê ji xwe re dike pal, an jî xwe datîne ser kuçikî û bi bedena rahtbûyî re ‘kevirê xwe di ber xwe re berdide’!
Serê serê ku niha kevirê xwe di ber xwe re bernadeya û ji ya xwe dê neyê xwarê, dizanim diêşe. Dizanim; li serê min serê gelek serîyan û serê serî jî diêşe! Û ya min û serî, bawer bikin hem serêş e, hem jî dilêş e!
Çilo neêşim, tu bibêje!
Her roja ku hinek ji min were kuştin, çawakî neêşim?
Ma tu naêşî?
Qey bedeneke mirî û mewitî ye bedena te? An jî…kotîbûnê avêtiye laşê te yê ku her roj dixwaze bi mitaleyên rojane xwe bisêwixîne, bihewisîne?
Ji pêşî û rihsipîyên Lîcî’yan hinekan gotibin jî ‘biçuk hewisî mezin reqisî’; di vê hînna ku serêş hêdu hêdu dibe bapêş û dilêş û zikêş; mezin ji rexsê derketine, dilan sipartine biçûkan!
Serê min diêşe ji ber vê rastiya rasteqîna a vê gotinê: Bû qidqida mirîşkan, dîkan xwe dan enîşkan!
Û serê min, niha hê bêhtir dişêşe. Sedem û sebebên serêşê, dizanim pir in: Ji xarineke ku hatiye xwarin, ji sermagirtinê, ji bêxewî û rahtiyê jî seriyek dikare biêşe. Êşa serî carinan serî li merivan digerîne: Wekî arincekê, heke ji hêleke serî serberjêrî ser textika eniyê bibe… wê gavê, êş dinyaya gewrik li ber çavên meriv tarî dike!
Ê Çare?
Çare ew e ku serî, seriyê dinya li ber çavan reşbûyî, bi bedena rehtbûyî re li ser kulên ku beden westandiye û êş li serî giran kiriye, ramede…
Ramedîn karê betal û etala ne. Ji lew gotine ‘destê betala li ser zikê vala’!
Zikê vala, sivikahiyekê bide bedenê jî, piştî valahiyeke mewadirêj bo bedenê dibe gotineke pêşiyan: xewa miriyan tê, ya birçiyan nayê’!
Birçiyên ji ûr û zik, birçiyên ji berzikê, birçiyên xwarina serî û pepikê’!
Karê birçiyan wekî sêviyan çavên xwe li xwarinê bigerînin e. Yên ji zik ve birçî, tu keviran bidiyê, dê bixwe! Lê yên çav birçî?
Birçîtiya çavbirçiyan ne birçîtî; hirçelî ye. Hirçelî jî bi xwe ketin e. Bi xwe ketin xwe qedandin e. Xweqedandin jî dawiya bêdahatu ye!
Her dahatu (encam karesat be an jî rojên ronî be) xeana serî ye. Serî bi hizra mêjî berê nêrîna awirên çavan dide dahatuye û pê re dest û piyan dadigerine ser riya ku her xwedî pê, li hêviyê.
Hevî ne ew tişte ku bedenê jê pahr bihêlî.
Bedena ku bi saya pêşniyaz û pêşbînên serî dikare bibe balindeyeke bi bask û perî û bifire û yên li ber firê bi firê bixîne; pêdiviye ku guh bide peyvên serî:
Ziman beden e, çand beden e, Erdîgarî(welat) beden e. Li bedena xwe xwedî derkevin!
Derkeve, derkevin!
Te bivê dernekeve, dernekevin:
Heke tu nebî/in xwediyê beden û bedenên xwe , ne beden dimîne, ne jî serî!
Û ma ne, min gotibû her beden ne bê serî dibe, ne jî bê dest û pê!
Beden û serî