Parlamenterê berê yê Parlamenta Ewrûpayê François Alfonsi yê ji Korsîkayê got, divê welatên Ewrûpayê demildest ji bo grevên birçîbûnê tiştekî bikin.
Endamê Partiya Neteweyî ya Korsîkayê (PNC) û parlamenterê berê yê Parlamena Ewrûpayê François Alfonsi, li ser helwêsta welatên Ewrûpayê ya derbarê çalakiya li Strasbourgê de ku kete roja 71’ê û êrîşên li dijî Rojava, nêrînên xwe bi nameyekê parve kirin.
Alfonsi, daxwaza çalakgeran a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Abdullah Ocalan ku ev 20 sal in di destê dewleta Tirk de dîlgirtî ye, bi bîr xist û got, çalakî li ber Parlamena Ewrûpayê pêk tê. Alfonsi anî ziman ku Hevseroka KCD'ê Leyla Guven piştî ji zindanê hatiye berdan jî çalakiya xwe dewam dike û ev 110 roj in ku di greva birçîbûnê de ye..
François Alfonsi bi bîr xist ku Kurdên li Ewrûpayê hefteya bihurî li Strasbourgê meşeke mezin kiriye û got, "Mîlîtanên Kurd di nav biryardarî û fedakariyeke derasayî de ne. Gelê Kurd têkoşîna xwe hem li welatê xwe hem jî li penaberiyê bi biryardarî û bi heybet dimeşîne."
Anfonsi got, dewleta Tirk di nav bê hiqûqî û êrişeke mezin, a li dijî Kurdan de ye, lê li hemberî vê bêdengî heye û wiha pê de çû: "Dewleta Tirk ji vê bêdengiyê hêzê digire û êrişî Rojavayê Kurdistanê û tevahiya Kurdan dike."
Alfonsi di nameya xwe de polîtîkaya Fransayê jî rexne kir û got, "Li hemberî vê êrişkariya Dewleta Tirk û Erdogan, tu rêgirî û dijberiya Fransayê çênebû. Ev gef û êrişên dewleta Tirk, tehlûke ne û heke neyên rawestandin, wê pêşî li tehlûkeyên mezintir jî veke. Divê welatên Ewrûpayê bi lezgînî di van mijaran de polîtîkayên xwe di ber çav re derbas bikin."
PARIS