Kurdistanî û dostên wan ên li gelek bajarên Ewrûpayê çalakiyan dikin li dijî tecrîdkirina Ocalan û bîndengiya beramberî grevên birçîbûnê yên li dijî heman tecrîdê. Li Swêd, Elmanya, Swîsre û Ingilîstanê bi vê armancê çalakiyên cihê doh û pêr hebûn.
Kurdistaniyên ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêr li paytexta Swêdê Stockholmê dest bi greva birçîbûnê kir, li ber avahiya Wezareta Karên Derve ya Swêdê jî çalakiyek kir.
Çalakgeran pankarta bi nivîsa “Piştgiriyê bidin çalakgerên greva birçîbûnê, dawî li tecrîdê bînin û CPT bikeve nava liv û tevgerê” tevî dovîzên ji amblema HDP’ê hildan û daxwaza hevdîtinê li rayedarên Wezareta Karên Derve kir.
Bi navê Wezareta Karên Derve du rayedaran pêşwazî li çalakgeran kir û wan got, ew ji rewşa li Tirkiyeyê bi fikar in û rewşa çalakgerên greva birçîbûnê ji nêz ve dişopînin.
Endama Desteya Rêveberiya Meclîsa Jinên Kurd a Amara, Nujeen Ahmed bi navê çalakgeran bi rayedarên Wezareta Karên Derve re axivî û li ser tecrîdkirina Ocalanî agahî dan.
Ahmed bi bîr xist ku Leyla Guven ji 7’ê Mijdarê ve di greva birçîbûnê de ye û ji Swêdê xwest ku ji bo bidawîbûna tecrîdê bikevin nava hewldanan û mijarê bixe rojeva Yekîtiya Ewrûpayê.
Ji çalakgeran Latîfe Fegan û Gaffûr Mûhammedî got, ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Ocalan ew ê heta dawiyê têbikoşin û li Swêdê hevdîtinên xwe yên li ser mijarê bidomînin.
Li Londonê greva birçîbûnê ya dorveger
Li paytexta Ingilîstanê Londonê, greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger a 3 kesan ji 14’ê Adarê ve didome. Kurdistaniyên bi navê Alî Poyraz, Nahîde Zengîn û Mehmet Saît Yilmaz, ji 14’ê Adarê ve li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger de ne.
Pirraniya wan jin komeke ji 15 kesan, ji bo piştgiriya berxwedêran bike pêr êvarê dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kir.
Çalakî bi daxuyaniya çapemeniyê ya li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li Londonê dest pê kir. Grev wê 5 rojan carekê dorveger dewam bike.
Tecrîd li Luzernê hate şermezarkirin
Li bajarê Swîsreyê Luzernê jî tecrîd hate şermezarkirin. Bi banga Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan, çalakger li ber stasyona trenê ya navendî civiyan û bêdengiya CPT, dewlet û saziyên navneteweyî ya li pêşberî grevên birçîbûnê, şermezar kir.
Çalakgeran dev, çav û guhê xwe bi banta reş girt û çalakiya rûniştinê kir. Di çalakiyê de belavokên bi zimanê Elmanî hatin xwendin.
Li Dusseldorfê îtaetnekirina sivîl
Ciwanên Kurdistanî li bajarê Elmanyayê Dusseldorfê, li avahiya Amnesty Internatîonal (AI- Rêxistina Efûya Navneteweyî) tecrîd protesto kir û bal kişand ser çalakiyên grevên birçîbûnê yên bêdawî û nedorveger.
Ciwanan li pêşiya avahiyê bi hilgirtina pankartên doza azadiya Ocalan dikin û pêxistina fîşekên dûyê rengîn, bal kişand ser çalakiya xwe. Çalakgeran di nava avahiya AI´yê de jî pankarta li ser nivîsandî “Daxwaza me: biçin serdana çalakgerên li Strasbourgê” hilgirtin, sloganên bi heman armancê jî gotin.
NAVENDA NÛÇEYAN