Partiya Êzîdiyan PADÊ li ser êrişa dewleta Tirk a li ser Şengalê daxuyaniyek da û got: “Dewleta Tirk ji bo tinekirina civaka Êzidî êrişî Şengalê dike û bersiva vê êrişê xurtkirina YBŞ’ê û rêxistinî ye.
Desteya Rêveber a Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) li ser êrişa hewayî ya artêşa Tirk a li Şengalê, ku di encamê de 4 şervanên YBŞ’ê şehîd bûn daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin, ku yek ji şehîdan fermandar Zerdeşt Şengalî bi ked û fedakariya xwe xizmetên pîroz ji civaka Êzidiyan re kiriye û hate gotin, “Ji bo tolhilanîna Êzidiyan tevlî tevahî hemleyên li diji DAÎŞ’ê li Rojava bû û bi dehan keç û zarokên Êzidiyan ji destê DAÎŞ‘ê rizgar kir.”
PADÊ destnîşan kir, dewleta faşîst a dîktator Erdogan bi alîkariya Kurdên xayin hovîtiya xwe nîşan da û ragihand, armanc ji van êrişan ew e ku Êzidiyan ji xaka wan dûr bixînin.
Li Şengalê xwedî derkevin
Desteya Rêveber a PADÊ bi bîr xist ku ji dema Osmaniyan ve bi dehan caran ferman li Êzidiyan hatiye rakirin û pirsa “Ma wê demê PKK hebû?” kir.
PADÊ ragihand ku daxwaza rastî ya dewleta Tirk tinekirina civaka Êzidî ye û got; “Em bang li tevahî civaka Êzidî û gelê Kurd dikin ku li hemberî van hovitiyên dewlata Tirk û dîktator Erdogan bêdeng nemînin. Em bang li xort u keçên Êzidiyan dikin ku YBŞ’ê tenê nehêlin û li şehîden 73 fermanan xwedî derkevin. Li Şengalê xwedî derkevin û daxwazên xayînan pêk neynin, bi rexistinkirina xwe bersiv bidin dijminan. Divê em dijminên xwe nas bikin ku dixwazin bi van êrîşan me bitirsînin û serê me bitewînin. Em vê siyaseta qirêj qebûl nekin, bi helwest û tevlîbûna xwe ya nav refên YBŞ’ê bersiva van êrîşên dijmin û neyaran bidin.”
YBŞ hêzeke fermî ya Iraqê ye
PADÊ bang li hêzên navneteweyî jî kir û got: “Heke Neteweyên Yekbûyî, DYE, dewletên Ewrûpa, dewletên Îslamî, dewleta Iraqê li hemberi van êrişên dewleta Tirk bê deng bimînin, wê ev bê wê maneyê ku ev hêz ji qirkirina Êzidiyan re çavê xwe digirin. Lewre Erdoganê dîktator ji bêdengiya wan hêz digire.
Em bêdengiya dewleta Iraqê ya li hemberî tevahî êrişên dewleta Tirk a dagirker û faşîst bi tundî şermezar dikin. YBŞ, hêza fermî ya parastina Êzidiyan e û ev ji aliyê dewleta Iraqê ve bi awayekî fermî hatiye pejirandin. Çawa dibe ku dewleta Iraqê li hemberî êrişên hêzeke fermî ya girêdayî hukumeta Iraqê bêdeng dimîne? Divê ev ji raya giştî re bê îzahkirin.
Ji bêdengiyê re êdî bes e
Em li bendêne ku dewleta Iraqê helwesteke ku Êzidiyan û mirovahiyê razî bike, nîşan bide. Tevahiya cîhanê dizane ku xelîfeyê DAÎŞ’ê Erdogan e û bi DAÎŞ’ê gef li hemû cîhanê dixwe. Divê bê zanîn ku heke bêdeng bimînin wê ev gef li wan derdoran vegere. Mînakên vê Rojava, Şengal û Libya li ber çavan e. Me hêj fermana li ser Şengalê, li bazaran firotina keç û zarokên Êzidiyan ji bîr nekiriye. Ji bo wê divê her kes li dijî van êrîşan bêdeng nemîne, lewre em ji bêdengiyê re dibêjin êdî bes e!”
NAVENDA NÛÇEYAN
Hemîd Şengalî ji bo Êzidîxanê şehîd bû’
Ji bo şervanê YBŞ’ê Hemîd Xelîl yê ku tevî 3 hevalên xwe di êrîşa balafirên dewleta Tirk de şehîd bû, konê sersaxiyê hatiye vedan. Welatiyên Êzidî serdana kon dikin. Birayê Hemîd Xelîl, Ferman Xelîl diyar kir ku Hemîd ji bo Êzidîxanê şehîd bû.
Sê roje li bajarokê Xanesorê konê sersaxiyê li ber mala wî hatiye vedan.
Doh jî bi dehan kesî serdana kon kirin û ji bo bîranîna şehîdan mûm vêxistin. Her wiha soza xwedîderketina li têkoşîna wan hat dayîn.