Hevserokên KCDK-E’yê, têkildarî desteserkirina şaredariyên HDP’î, girtina siyasetmedaran nameyek ji wezîrên karên derve yên hemû welatan re şandin. KCDK-E’yê xwest, bêdeng nemînin û zextê li Tirkiyeyê bikin.
Hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewrûpayê (KCDK-E) Fatoş Goksûngûr û Yuksel Koç piştî desteserkirina 5 şaredariyên din ên HDP’ê, nameyek ji wezîrên karên derve yên hemû welatan re şandin.
Hevserokan bang li Konseya Ewrûpayê, Neteweyên Yekbûyî, NATO û Yekîtiya Ewrûpayê kirin ku bêdeng nemînin.
Name wiha ye:
”Wezareta Karê Derve ya dewleta Tirk di 15 Gulan 2020’an de, bêyî ku sedemê nîşan bide 5 hevserokên şaredariyên HDP’ê destgîr kirin û qeyûm danîn ser wan şaredariyan.
Piştî ku qeyûm danîn ser şaredariyan, derdorên şaredariyê bi polîsan dorpêç kirin û hemû xizmetên şaredariyê dan rawestandin.
Piraniya şaredariyan desteser kirin
Desthilatdariya AKP’ê ne nexweşiyê, ne cejnê û ne jî karberdanê nas dike, hema her êrişî hemû pîrozî û rûmetên Kurdan dike. Desthilatdariya AKP’ê mafê bijartin û hilbijartinê binpê dike û xwedêgiravî Tirkiye endamê Konseya Ewrûpayê ye û berendamê YE’yê ye, lê bêrêziyê dike û ti huqûq û hevpeymanên navdewletî jî nas nake. Rêveberiya AKP’ê, ji bo li pêşiya îradeya gelê Kurd bibe asteng û nehêle bijareyên xwe azad hilbijêre, hemû hêza dewletê dide xebitandin, li gel ewqas astengan jî, yên bi îradeya gel hatine hilbijartin ji ser kar digrin û davêjin zîndanan.
Li Tirkiyeyê, di wan şert û mercên qanûnên hilbijartina ne demokratî de, li gel ku ji bo astengkirinê, hemû derfetên dewletê hatin bikaranîn jî, di hilbijartinan de HDP’ê, li gel 3 bajarên mezin 65 şarederî qezenc kir. Li gel van hemû zehmetî û astengan, bi dengên bilind ên gel, weke ji %60-90’an ev şaredariyên hatin qezenckirin, ji wan 45’an qeyûm danîne û mazbatayên 6’an jî bi rêya biryarên di hukmê qanûnê de KHK’yê jê hatiye standin kesên din danîne şûna wan.
Dewleta Tirk endamê we ye
Bi kurtayî di serdema rêveberiya AKP’ê de ya di navbera salên 2014-2020 de, 7 parlementer, jê 26 kevn û 22 nuh hemû 48 hevserokên şaredariyê û di ser 4000’an re rêveber û aktîvîstên HDP’ê hatine destgîrkirin û di zîndanê de ne. Hevserokê şaredariya Qersê ku qeyûm nehatiye danîn, ew jî bi mirinê tê tehdîtkirin.
Saziyên navdewletî yên ku Tirkiye endame, di hevpeymanên wan de şertên ku pêk bînin hatine diyarkirin. Dema van şertan werin binpêkirin divê were zanîn ku hesabpirsîn heye. Wexta ku li hember van kiryarên antî-demokratîk ên Tirkiyeyê, ev saziyên navdewletî bêdeng dimînin, Tirkiye hîn bêhtir bi culhet dibe û hîn pirtir pêl şertên wan hevpeymanan dike û mafên mirovan û îradeya gel nas nake, her wiha hevserokên şaredaran dixe zînadanan û li şûna wan qeyûma datîne.
Em KCDK-E, ji Konseya Ewrûpa, Neteweyên Yekbûyî, NATO û Yekîtiya Ewrûpa daxwaziya me ev e: li hember van kiryarên Tirkiyeya endamê we ye, bêdeng nemînin, mekanîzmayên navdewletî bidin xebitandin û fişara siyasî, aborî û diplomasî bidin ser Tirkiyeyê da ku hûn karibin pêşiyê li van kiryarên antî-demokratîk bigrin û hûn karibin ewlehiya mafên hilbijartin û bijartinê misoger bikin!”
NAVENDA NÛÇEYAN