Mirovên sivîl têne kuştin, dinya bêdeng e.
Gund têne şewîtandin dinya bêdeng e.
Gundî li ser axa xwe dibin penaber, dinya bêdeng e.
Zarokên 6 mehî têne kuştin dinya bêdeng e.
Mertalê Zindî Yildirim Ayhan tê kuştîn, dinya bedeng e.
Siyasetvanê Kurd tenê girtin, dinya bêdeng e.
Zarokên Kurd bi gazê têne kuştin, dinya bêdeng e.
Rojnamevanên Kurd têne girtin, dinya bêdeng e.
Lê belê ku dewleta Tirk sefîrê Israîlê ji welatê xwe derbixine hemû dinya mîna rojeveke bingehîn eleqedar dibe.
Ku Erdogan li ser zarokê Filistînê biaxife dibe nûçe.
Yekîtiya Ewrupa herdem li ser xabatên wê yên çekên nukleerî û binpêkirinên mafê mirovan, Îranê rexne dike lê belê îro dewleta Îranê axa başurê Kurdistanê bombebaran dike herkes bêdeng e.
Mirovên sivîl têne kuştin herkes bêdeng e.
Îro mirov bi bêdengiya heyî jî dibîne ku siyaseta Ewrupa ya derbarê Îranê de dimeşînê siyeseteke dirû ye.
Rexneyên Ewrupayê tenê di gotinê de mane, ji aliyê pratîkî ve nikare bahsa tiştekî were kirin.
Dikarim bibêjim ku min fêm kiriye şûna ku Ewrupa Îranê biguherînê, Îran siyaseta xwe di Rojhîlata Navîn de bi Ewrupa û Amerîka daye qebul kirin.
Tîştekî din ê ku gerek mirov pirs bike ev e; gelo di bombebarana li dij başurê Kurdistanê de rola Amerika û Ewrupa çiye? Gelo ew proje giştiye yan na? Yan mirov pirseke din ji bike; gelo bombebarankirina başurê Kurdistanê lihev hatinekê di navbera Amerika û Îranê ye?
Dirûtiyeke din derdikeve holê, ji bo Qibrisê Ewropa hertim Tirkiyeyê rexne dike, lê belê Tirkiye û Îran axa Kurdistanê dagir dikin û dinya bêdeng e.
Piştî ku gelê Kurd Xweseriya Demokratîk îlan kir, rewşa Tirkiyê hat guhartin. Siyaseta înkarê li ser gelê Kurd dewam dike. Ji aliyekî vê bombebaran û operasyonên li Kurdistanê bê navber didome.
Li aliyê din zedeyî 40 rojin ku hevditina parezeran bi birêz Abdullah Ocalan re hatiye asteng kirin. Ev konsepta şer û tecrîtê îro careke din xwe nîşan dide.
Îro ji her demê zêdetir pêwistî bi yekîtiya gelê Kurd heye. Ji herdemê zêdetir hate piştrastkirin ku divê gerek gelê Kurd Konferensa Netewî di dema herî kin de lidar bixe.