SEYÎT EVRAN / SILÊMANÎ


Dewleta Tirk di dema dawî de gelek caran bombe li çiyayê Asosê yê nêzî Silêmanî ye û di navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê de ye, barand.

Parlamenterê YNK’yî û endamê KNK’ê Salar Mahmûd li ser vê êrîşkariya dewleta Tirkaxivî û destnîşan kir ku li gorî qanûn û destûra bingehîn a Iraqê, her wiha li gorî qanûnên navneteweyî Tirkiye sûc dike.

Mahmûd bêdengiya Iraqê ya li pêşberî êrîşan rexne kir û bang li welatên NATO’yê jî kir ku li pêşberî van êrîşên bi çekên NATO tên kirin bêdeng nemînin.


Li gorî qanûnên navneteweyî sûc e

Salar Mahmûd got, “Em, bombekirina axa Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve, şermezar dikin. Di rojên dawî de sê caran bi şev û roj balafirên şer Çiyayê Asosê bombe kirin. Ev yek polîtîkaya dijminatiya li Kurdan e û li gorî qanûnên navneteweyî sûc e.

Ev êrîş li dijî destûra bingehîn a Iraqê ye. Eger Iraq dixwaze destûra xwe ya bingehîn bi cih bîne, di serî de lazim e li pêşberî van êrîşan bêdeng nemîne û li ber van êrîşên ku li dijî destûra bingehîn in rabe. Di van êrîşan de bombe li mal, erd û zeviyên gelê sivîl tên barandin. Sivîl tên kuştin.


PKK’ê dikin bahane û êrîşan dikin

PKK’ê dikin bahane û êrîşan dikin. Li herêmên ku ji aliyê balafirên şer ve hatine bombekirin PKK nîne. Ti hêzeke leşkerî li wê herêmê nîne.

Ev êrîş bê hurmetiye li hemberî gelê Kurd û qanûnên Iraqê û navneteweyî. Dewleta Tirk bi çekên giran ên NATO’yê êrîşî gundan dike. Divê welatên NATO’yê jî vê rewşê qebûl nekin.”


Kurd bi komkijiyan tine nabin’

Mahmûd da xuyakirin ku gelê Kurd ji tank, top, hawan û balafirên şer natirse û wiha pe de çû: “Komkujiya ku herî dawî li Şengalê hate kirin û komkujiyên beriya niha li Kurdan hatin kirin nîşan didin ku Kurd bi komkujiyan tine nabin. Kurdan heta niha li dijî van komkujî û êrîşan li ber xwe dan û xwe parastin.”


Çare yekitî ye

Mahmûd diyar kir ku Îran, Tirkiye û Iraqê bi hinceta referandûmê polîtîkayên xwe yên dagirkeriyê nû kirine û got, “Navçeyên me û çiyayên me yên li ser sînorê Tirkiye û Îranê ji aliyê balafirên şer, tank û topan ve tên bombekirin.

Iraq li dijî gund, navçe û bajarên li derveyî rêveberiya herêmî mane ku jê re ‘herêmên cihê nîqaşê tê gotin’ polîtîkayên tund dimeşîne. Hurmetê nîşanî Kurdên li wir dijîn nade. Hewl dide wan ji nû ve koçber bike.

Sînor hatine desteserkirin. Balafirgeh hatine desteserkirin. Destûr ji karê balafirgehên sivîlan nayê dayin. Balafirgehên ku têkiliya herêmê bi civka navneteweyî re datîne niha hatine girtin. Ne diyar e bê kengî bên vekirin. Ev planên li ser Başûrê Kurdistanê tên meşandin, hewl tê dayin li ser parçeyên din jî bên ferzkirin. Rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî yên Kurdan, Kurdên li dîasporayê divê van planan bibînin, bibin yek û li ber rabin.”