“Em bi her awayî rêgirtinê red dikin. Li şûna pêşîgirtinê divê alîkariya wan were kirin. Mixabin bêdengiya gelê Başûrê Kurdistanê vê dorpêçê rewa dike. Lewma erka Kurdan e ku êdî bêdeng nemînin û divê ji bo rakirina dorpêçê têbikoşin”

Ev 64 roj in dorpêç û ambargoya li ser Wargaha Penabaran a Şehîd Rûstem (Cûdî) Mexmûrê didome. Nerazîbûnên li dijî dorpêçê jî zêde dibin. Welatiyên Germiyan, Kurdistaniyên li Ewrûpayê û berxwedana dayikên aştiyê ya li dijî dorpêça li ser Wargehê dewam dike. Berxwedana Dayikên Aştiyê ya li benda kontirola PDK’ê ya di navbera Hewlêr û Mexmûrê de 19 roj li pey xwe hişt. Endamê Meclîsa Nûnertiya HDP´ê yê Başûrê Kurdistanê Nasir Yagiz û Endezyar Herêm Mehmud serdana dayikan kir û piştgiriya xwe ji bo çalakiya wan diyar kirin. Ji bo rakirina vê dorpêçê Dayîkên Aştiyê yên Wargeha Panaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) tevî şert û mercên dijwar jî 19 roj in li ber xwe didin. Endamê Meclîsa Nûnertiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Hewlêrê Nasir Yagiz ê 187 û Endezyar Herêm Mehmud ku 91 rojan ku li dijî tecrîda li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de man serdana çalakiya dayikan kirin û piştgiriya xwe ji bo çalakiya wan diyar kirin. Hêjayî bibîrxistinê ye ku Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar a Mexmûrê Fedîle Tok ku ew jî li dijî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan 126 rojan ketibû greva birçînê ya bê dem û bê dorveger ji bo piştgiriya dayikên aştiyê beşdarî çalakiyê bûye û li cihê çalakiyê berxwedana xwe dewam dike.

Dosya pêşkêşî NY’yê kirin

Meclîsa Jinan a Koln/Bonê li bajarê Bon ê Elmanyayê têkildarî ambargoya li ser Mexmûr û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê dosyeke pêşkêşî Konseya Neteweyên Yekbûyî (NY) kirin. Endamên Meclîsa Jinan a Koln/Bon û hevserokê KCDK-E Yuksel Koç jî di nav de, gelek kes li pêşiya Nûnertiya NY’yê ya Bonê hatin ba hev. Li ser navê çalakgeran şandeyekê li ser ambargoya Mexmûr û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk dosyaya ku amade kiribû pêşkêşî rayedaran kirin. Pankarta ‘Ji bo gelê Kurd azadî’ hate vekirin, dîsa dowîzên ku ambargo tê şermezarkirin hatin hildan. Di çalakiyê de banga xwedîderketina li Mexmûr û Rojava hate kirin.

Welatiyên Germiyan jî banga xwedîderketina li Wargeha Mexmûrê kirin û gotin: Tişta ku asayîşa PDK´ê li hemberî  xelkê Wargeha Şehîd Rûstem Cudî dike, ji hemû exlaq û nirxê mirovahiyê dûr e, û karekî kirêt e. Rêgirtin û dorpêça li ser welatiyên Bakûr ên li wargehê cihê fikaran e. Em bi her awayî rêgirtinê red dikin. Li şûna pêşîgirtinê divê alîkariya wan were kirin. Mixabin bêdengiya gelê Başûrê Kurdistanê vê dorpêçê  rewa dike. Lewma erka Kurdan e ku êdî bêdeng nemînin û divê ji bo rakirina dorpêçê bi awayên cuda zorê bikin. Divê aliyên siyasî û parlamenter zorê li hêzên asayîşê bikin da ku dorpêçê rakin.

 

MEXMÛR