KCK: Li her deverê li dijî hêzên dagirker divê gel rabe ser piyan. Gel li Başûrê Kurdistanê li her deverê bi têkiliya bi gerîla re, bi desteka li gerîla, dikare vê êrişkariya faşîzma AKP-MHP’ê têk bibe.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê li dijî êrişên dagirker ên dewleta Tirk bang li gelê Başûr kir raber ser piyan û got: “ Heke gelê Başûrê Kurdistanê li dijî van êrişan helwêsteke zelal diyar neke wê ev êrişên dagirkeriyê berfirehtir bibe.”

Hevseroktiya Rêveber a KCK’ê derbarê dagirkeriya dewleta Tirk a Başûrê Kurdistanê de daxuyaniyeke nivîskî weşand. KCK’ê got, hêzên eskerî yên dewleta Tirk bêyî destek û pejirandina PDK’ê ne dikarin li ser Mexmûrê, ne li ser Şengalê û ne jî li ser Qendîlê tevgera dagirkeriyê bidin destpêkirin û bi vî rengî dewam kir: “Di vê rewşê de desthilata faşîst a AKP-MHP’ê wiha bi zelalî çawa dikare behsa tevgera dagirker bike û bibêje, devera ku ketinê ew ê nema jê derkevin. Li gel ku hêzên HPG’ê ji Şengalê derketine jî faşîzma AKP-MHP’ê çima behsa wê dike ku ew ê êrişê bi ser Şengalê de bibe. Diyar e ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê û zextê li Iraqê bikin, vê dike rojev.”

Bêdengiya PDK’ê nayê fêmkirin

KCK’ê rexne li bêdengiya PDK’ê jî kirin û got: “Êrişkarî û haziriyên dagirkiriyê yên faşîzma AKP-MHP’ê mirov fêhm dike. Ya ku mirov fêhm nake ew e, li gel ku dagirker karakterê xwe bi zelalî diyar dike jî bêdengiya PDK’ê ye. Li dijî faşîzma AKP-MHP’ê ku dibêje, ew ji qadên PDK’ê derbas bibe û dagirkeriyê bike, rêveberiya Başûrê Kurdistanê û PDK wê nebe xwedî helwêstek? Bikaranîna erdên wan û ji baregehên van deveran tevgera dagirkeriyê û êrişkariyê ya tê maneya ku PDK ne xwedî vînekê ye ku li dijî vê hêzê nîşan bide yan jî bi pejirandin û hevkariya PDK’ê ev daxuyanî têne dayin û van êrişan tînin.”

Bi dehan sivîl hatine kuştin

KCK´ê dubare kir ku gefên faşîzma AKP-MHP’ê yên li dijî Qendîl, Mexmûr û Şengalê gefên li ser tevahiya Başûrê Kurdistanê ne û wiha pê de çû: “Ji bo vê jî di serî de PDK û hikûmeta Başûrê Kurdistanê, em bang li hemû hêzên siyasî yên Başûr dikin ku li dijî polîtîka û hişmendiya êrişkar a desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê bibin xwedî helwêst. Niha li devera Bradostê hin gir hatine dagirkirin. Qadên Parastinê yên Medyayê û Qendîl bi balafirên şer tim têne bombekirin. Di van bombekirinan de bi dehan sivîl hatine kuştin. Heke gelê Başûrê Kurdistanê li dijî van êrişan helwêsteke zelal diyar neke wê ev êrişên dagirkeriyê berfirehtir bibin. Niha bi bombeyan dixwazin ku gel şûnwarê xwe berde. Ji bo ku ev pêk were jî mîna Tayyîp Erdogan gotî, hewce bike wê jin û zarokan bikujin.”

Divê gel rabe ser piyan

KCK´ê li dijî dagirkeriyê îşaret bi rola civakê kir û got, “Ji bo pêşî li vê desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ya qirrker were girtin divê gelê Başûrê Kurdistanê ji jin û zarok, ciwan û kalûpîran rabe ser piyan. Li her deverê li dijî hêzên dagirker divê rabe ser piyan. Gel li Başûrê Kurdistanê li her deverê bi têkiliya bi gerîla re, bi desteka li gerîla, dikare vê êrişkariya faşîzma AKP-MHP’ê têk bibe.

Dema ku êrişeke dagirker bi ser Qendîlê de yan jî devereke din de were, gerîla weke her carê wê heta dawiyê li ber xwe bide. Wê çiya, gelî, deşt, bajar, bajarok û gundên Kurdistanê ji vê faşîzmê re bike goristan.

Em bang li tevahiya gelê xwe û hêzên welatparêz dikin, bi gerîla re li dijî faşîzma AKP-MHP’ê bibin xwedî helwêst, li ser bingeha têkbirina faşîzma AKP-MHP’ê, em bang dikin ku Kurdistana Azad û Rojhilata Navîn a Demokratîk ava bikin.”

 ANF/BEHDÎNAN