Li Strasbourgê rêzehevdîtin hatin kirin. Di hevdîtinan de hat gotin, bêdengiya dewletên Ewrûpayê tê wateya pejirandina polîtîkayên zext û tecrîdê û ji wan hat xwestin ku bi berpirsyarî tevbigerin.
Greva birçîbûnê ya bêdawî û nedorveger a li dijî tecrîdê ku 17’ê Kanûnê li bajarê Fransa Strasbuorgê dest pê kir, dewam dike. Pirraniya parlamenterên Ewrûpî piştgirî didin çalakiya li dijî tecrîdê. Hinek ji parlamenteran jî roja Sêşemê li Parlamena Ewrûpayê dovîzên “Azadî ji Ocalan re”, “Dawî li tecrîdkirina Abdullah Ocalan bînin” û “Azadî ji Leyla Guven re” hildabûn. Heman rojê Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş daxuyaniyek da çapemeniyê û gelek endamên Parlamena Ewrûpayê beşdar bûbûn.
Çalakgerên grevê, bi wesîleya rûniştinên destpêkê yên sala 2019’an ên li Parlamena Ewrûpayê, bi gelek parlamenteran re rûniştin. Hevdîtin ji roja Duşemê ve tên kirin. Ji çalakgerên grevê Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç û Parlamentera berê ya HDP’ê Dîlek Ocalan di hevdîtinan de cih girtin. Heyetê ji bo agahdarkirinê dosya radestî nûnertiyên Konseya Ewrûpayê kirin.
Bila Ewrûpa berpirsiyar be
Di hevdîtinan de hat gotin, bêdengiya dewletên Ewrûpayê tê wateya pejirandina polîtîkayên zext û tecrîdê û ji wan hat xwestin ku bi berpirsyarî tevbigerin.
Çalakgeran her wiha bal kişand ser rewşa Leyla Guven a ku ev 73 roj in di greva birçîbûnê de ye û wan got, “Guven a ku parlamenter e bi rêya çalakiya xwe îşaretê bi rola Ocalan a di çareseriya pirsgirêkên Tirkiye û Kurdistanê dike.”
Van parlamenteran guh da çalakgeran
Parlamenterên Parlamena Ewrûpayê yên vê hefteyê hevdîtin bi wan re hat kirin: “Ji Partiya Keskan a Elman Rebecca Harms, ji herêma Katalonya ya Spanyayê Josep-Maria Terricabas û Jordi Sole, parlamenterê serbixwe yê Elman Hans-Olaf Henkel, ji Qibrisê Takis Hadjigeorgiou, endamê Partiya Kesk û Ekolojiyê ya Fransayê (EELV) Pascal Durand, ji Partiya Çep a Fransayê (Parti de Gauche) Marie-Pierre Vieu, ji Partiya Karker a Ingilîz Julie Ward, Ji Partiya Çep a Spanyayê Podemosê Miguel Urban Crespo, ji Spanyayê Ana Miranda, ji Îrlanda Bakur Martina Anderson, parlamenterên Fransayî Marie-Christine Vergiat û José Bové, ji Partiya Keskan a Ingilîstan û Welatê Galliyan Jean Lambert û parlamentera sosyalîst a Portekîzî Ana Gomes.
Hewildan li KE´yê dewam dikin
Hefteya bê jî rûniştinên Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewrûpayê dest pê dikin. Tê payîn ku li Konseya Ewrûpayê gelek hevdîtin bên kirin.
Di nava hefteyê de çalakgeran dosye dan gelek nûnertiyên 45 welatên endamên Konseya Ewrûpayê (KE) li ser tecrîdkirina Ocalan û grevên birçîbûnê. Serdanên bi vê armancê wê dewam bikin.
ANF/STRASBOURG