
RÊBAZ HESEN / ANF
Mamoste û nivîskarên li Başûrê Kurdistanê bal kişandin ser êrişên dewleta Tirk li dijî erd û xelkê Başûrê Kurdistanê û got, "Bêdengî hêzê dide dewleta Tirk. Divê em rabin ser piyan."
Nivîskar û mamosteyên li Başûrê Kurdistanê nerazîbûn nîşanî êrişên dewleta Tirk ên li çiyayê Asosê û kampa penaberan a Mexmûrê da.
Mamoste Şalaw Mehmûd da xuyakirin ku dewleta Tirk ev 30 sal in ku bi rengekî hovane êriş dike û êrişên xwe di dema dawî de berfireh kirine. Mehmûd destnîşan kir ku ji ber hevkariya hin hêzan an jî ji ber destûra wan, ev êriş tên kirin.
Şalaw Mehmûd got, "Êrîşa li dijî kampa Mexmûrê ku 20 sal in mirov lê koçber in, nayê fêhmkirin. Nêrîna siyasî ya mirovên li vê kampê, diyar e. Ev kamp di bin kontrol û parastina Neteweyên Yekbûyî de ye. Mexmûr nêzî Hewlêrê ye û cihekî ku di bin kontrola Iraqê de ye. Bawer dikim, çavên xwe li vê êrîşê girtine. Ev rewş jî ji bilî gotina 'xiyanetê' bi gotineke din nayê vegotin. Iraq ji ber çi bêdeng e? Dewleta Tirk û Recep Tayyip Erdogan dijminê gelê Kurd in. Li her cihî êrişî Kurdan dike. Divê ev êriş biqedin. Lê xuya ye wê êrişan bidomînin. Ji bo rawestandina van êrişan divê nerazîbûneke gelekî mezin bê nîşandan. Ji ber xemsariya me, dawî li van êrişên hovane yên dewleta Tirk nayê. Nabe ku em bêdeng bimînin. Heger em li ber ranebin wê êriş bidomin. Divê em êrişên li dijî Rojava û Başûrê Kurdistanê bidin sekinandin. Weke gel lazim e em vê bikin. Siyasetmedarên me mixabin dengê xwe nakin. Lê belê weke gel em dikarin li ber rabin."
Ji bo şikandina îradeya ,li dijî DAIŞ´ê
Mamoste Muhemed Bekir jî anî ziman ku dewleta Tirk bi rêya van êrişan dixwaze îradeya gelê Kurd a li dijî DAÎŞ'ê bişikîne.
Bekir da xuyakirin ku dewleta Tirk destekê ji hin nokeran digire û got, "Ev 20 sal in ev kamp heye. Bi ked û hewldanên xwe jiyanek afirandin. Sîstema xwe ava kirin. Ev yek bi îrade û têkoşîneke mezin kirin.
Dijminatiya Kurdan dikin
Êrişî felsefeya ku li kampê jiyan afirandiye, dikin. Dewleta Tirk bi êrişa li dijî kampê re dixwaze rewşa xwe ya şikestî ya ji aliyê îradî, siyasî û leşkerî veşêre.
Kampa ku êriş lê hate kirin kampeke ku mirovên koçber, mirovên sivîl lê ne. Lê mixabin hin saziyên çapemeniyê yên nokeran û dijminatiyê li Kurdan dikin, mîna ku ew kamp kampeke eskerî ye, kirin hedef."
Bêdeng nemînin!
Bekir paşê ev bang kir: "Saziyên navneteweyî, saziyên mafên mirovan û rêxistinên civakî yên sivîl, saziyên civaka sivîl ên li Kurdistanê û partiyên siyasî divê li pêşberî van êrişan bêdeng nemînin. Kampa ku êrîş lê hate kirin di bin parastina dewleta Iraqê de ye. Dewleta Iraqê divê li dijî van êrişan derkeve.
Bi van êrîşan wê nikaribin îradeya gelê me bişikînin. Têkoşîna azadiyê wê bi ser keve. Ji ber vê êrişê em êşa gelê xwe yê li Mexmûrê par ve dikin û dibêjin; Em hemû Mexmûrî ne'."
Bidengiya PDK û YNK´ê ya şermezarkirinê ye
Nivîskar Yasîn Kerîm jî anî ziman ku êrişa li dijî Mexmûrê planeke hevpar a Îran, Tirkiye û Iraqê ye û destnîşan kir ku di nava vê planê de hin noker û piştevanên xayin jî hene. Kerîm got, "Weke welatiyekî Kurd, ez rêveberiya me ya herêmî, PDK û YNK´ê yên ku dibêjin, 'em vê derê bi rê ve dibin’, ji ber vê bêdengî û xemsariyê şermezar dikim. Partî dibe ku dengê xwe nekin, lê nabe ku gel li hemberî van komkujiyan bêdeng bimîne."